Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin

img

AMED - Muzîkjen Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî. Tîhna xwe û civakê bi afirîneriya muzîkek xweşik dişkêne. Berazî ji bo karê xwe wiha got: "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê. Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."

Mehmûd Berazî diafirîne, lê dide, li ser tevna civakî belav dike, lê ew bi xwe xuya nake. Gelek kes vî hunermendî meraq dikin û dibêjin "ew kî ye?" Dema mirov li ser kanala YouTube an jî wekî din li muzîka ew diafirîne guhdar dike mirovan ber bi gelek warên jiyanê ve dibe. Awaz ango muzîkek wisa li ser têlên estrûmanan dijenîne ku mirovan mest dike. Hema bêje di bin hemû muzîkên wî de deng xweşiyek awaziyek ku awirên mirovan dibe ser newayên muzîkê heye. Her çiqas ew demek li Amedê xebatên xwe hunerê kir jî lê niha li Rojavayê Kurdistanê karê xwe yên hunerî dike. Wî bi tembûrê dest bi karê hunerê kiriye lê niha ew li gelek amûrên muzîkê dide. 
 
Berazî bi muzîk û şêwaza xwe dikare berxwedana kurdan estetîze bike, wexta vê jî dike xwe dispêre folklora kurdî. Ji ava Kurmancî vedixwe, tîhna xwe jî ya me jî bi vê dişkîne. Mirov dikare ji bo wî di muzîka kurdî de hosteyekî  "lihevanînê", "lihevanîn" a melodîyên folklorîk a Kurdî û form û rîtmên aktuel, lihevanîna destanên Kurdi û qewimînên polîtîk û her wekî din. Berazî jî ji bo wan lihevanînan dibêje "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê." Û ji bo danîna wê "lihevanînan" jî Rojavayê Kurdistanê û şoreşa lê wekî bingeh nîşan dide. Her wiha ji bo karê kirî jî dibêje: "Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."
 
Heta niha me guh dabûn stranên wî bes vê carê jî em ê guh bidin peyvên wî, peyvên ku ji me re qala hunera wî bike. Berazî pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
Mirov gava karê te kirî mêze dike, jê fêhm dike ku haya te ji melodiyên muzîka klasîk a Kurdî heye û tu wan melodiyan bi form û naverokeke pêşkeşî me dikî. Li cem te çawa çêdibe ew lihevanîna melodîyên folklorîk a Kurdî û form/ritmên aktuel?  
 
Her dem di muzîka kurdî de melodî li pêş bû, lê atmosfera giştî û hewaya hawirdorê ne li pêş bû, ji bo wê, karê guncav hatiye dîtin ew e ku mirov ser harmonîya wê bixebite, wekî ku tu derbasî baxçeyekî bibî û tu nikaribî gulekê ji derveyî gîya, çîmen û sîya darên hawirdorê bibînî. Hemû bûnewerên jîyana wê gulê ava dikin, an ku mirov -bi derfetên nûjen-hawê dengbêjekî kurd ê resen bike. Bi gumana me, çêkirina berhemên bi vî rengî xwe dispêre sê alîyan, ew sê alî jî ev in: Melodî, bikaranîna deng, wêje û naverok. 
 
Tu dikarî van xalên ku cihê xwe di kevneşopîyê de digirin bi şêweyekî hûnandî di asteke zanistî de binirxînî, ji ber ku xweristî ne û bûne jêdereke mayînde û afirîner a îroroj û siberojê û di heman demê de ji resenîya muzîka cîhanê ya klasîk jî ne cuda ne.
 
Em dêhna xwe didin filmên kurdî çi fîktîv çi dokemanter, muzîkeke ku tu bêjî di bîra mirov de bimîne hema em nebêjin tune, lê em bêjin hindik e. Bes soundtrackên ku te ji bo çend filman çêkirine, kêfa gelekan jê re hatiye. Di bîra mirov de li gel filman çêjek dihêle… 
 
Di qonaxa reş û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêşketina teknîk û şêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giştî û taybet.
 
Di pêşketina reng û şêweyên sînemayê de, di temama dîroka vê hunerê, rola muzîkê her dem hatiye guhertin û di qonaxên cuda de derbas bûye. Di qonaxa reş û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêşketina teknîk û şêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giştî û taybet. Ji ber ku dezgehên çêkirina sînemaya kurdî pir dereng mane û pêvajoyeke fireh ji bo çêkirina filmên kurdî peyda nebûye, muzîsîyenên ku dûrî vî rengê muzîkê mane, muzîsîyenên kurd, nikarîbû zû ji pergala çêkirina muzîka stranê dûr bikevin. Lê dîsa jî hindek hunermendan hewl da vî şêweyê muzîkê di nav stranên xwe bi cî bike, lê pêdivîya vî karî bi xwe jî bi asteke sazîbûyînê û kanalên têkilîdanînê heye. Niha li Rojavayê Kurdistanê ev bingeh ava dibe
 
Lê çêjeke teknîk û rîtmên te bi xwe jî hene, ew çêjên hanê ji ku tên?
 
Helbet li gorî pêdivîyên her çîrokê û atmosfera ku ji bo mijarê tê xwestin, bingehek tê çêkirin, lê alavên hestewarî, amûrjenîya pêkan û xalên ku me di destpêkê de anîn ziman ku em pêbawer in û em nameya xwe ya çandî tînin ziman û di asîman û mejîyê xebatê de bi hev re dihûnin, ev nayê wateya ku hemû berhemên ku çêdibin li gorî asta ku ji alîyê me ve tê xwestin in.
 
Mehmûd Berazî bi Tev-Çand û Komîna Fîlm a Rojava re stranên wekî "Nivişta Gerîla", "Efrîna Tola Salan" "Ji Bo Şengalê" û "Dengbêj Qaso - Me Sefer e Li Ser Botanê" çêkirin û van stranan gelek deng da. Di van stranan de hêmanên destanî jî hebûn. Dîsa em timî ji bo te dibêjîn "lihev tîne" di van stranan de lihevanîna destan û qewimînên polîtîk hebû?   
 
me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneşop bi rihê vê şoreşa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê şoreşê bûye.
 
Wekî tê zanîn, li seranserî Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê şoreşek tê jîyîn û vê şoreşê deng daye, ne tenê li Kurdistanê deng daye, lê belê li hemû cîhanê guhertinên mezin bi xwe re anîn. Milê sîyasî, leşkerî, civakî û civaka gelên Kurdistanê bi cîhanê da naskirin. Li gorî me, şêweyê herî guncan ê ku bikare çand û hunera vê civakê û liberxwedan û nirxên wê bide nasîn hunereke efsaneyî di pergala destanê de ye. Ev şoreş hêjayî nameyeke hunerî ya payebilind e. Nabe ku em vê qonaxa awarte û berdêlên giran bispêrin zimanê ragihandinê tenê, me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneşop bi rihê vê şoreşa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê şoreşê bûye. Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê.
 
Em li hunera te mêze dikin tenê trajediya Kurdan tune estetîka berxwedanê jî heye…
 
Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe.
 
Ziman û çand û hunera kurdî di qonaxeke demdirêj a qedexekirin û çewsandinê re derbas bûye û vê yekê bandoreke xerab kiriye û li gel hemû hewldanan, di gelek alîyên xwe de şêweyê gazin û lomeyê derbas nekiriye. Ji ber vê yekê, erk û barê hemû hunermendan di peydabûna derfetên guhertinên cuda yên vê şoreşê de giran e. Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe. Di çarçoveya avakirina sazîyên perwerdehîyê yên vê civakê de ku xwe bispêrin lêkolînên dîrok û kelepûrê, ev e erka hunermend. 
 
Cerebeyên Rojava ya Xweserîya Demokratîk sazîyên xwe yên hemû qadan ava kirin, pêwîst e di hişmendîya avakeran û birêveberîya rêxistinî de gaveke ber bi pêş ve li gorî giringîya sazîyên çand û hunerê bê avêtin. Ev tiştên me anî ziman mebesta me jî jê ew e ku em derîyê pirsan vekin û nîqaşeke avaker ava bikin.
 
Di nav amûrên muzîkê de bêhtir hûn kîjan amûrên muzîka kurdî bi kar tînin an jî hûn amûrên muzîka rojavayî bi kar tînin? Hûn bi kîjan amûra muzîkê derketin rê û niha hûn li çend amûran didin an jî bi kar tînin?
 
Li ba min, ew veqetandin û cudakirina amûrên kurdî yan ên gelên din, ên rojhilatî yan rojavayî ne derbasdar e, ji ber ku taybetmendîya amûran heye û taybetmendîya frekansan heye. Hemû amûr hev temam dikin, ez li gorî pêdivîya berhemê wan bi kar tînim, min bi tembûrê dest pê kir û aniha ez li gelek amûran didim lê mebesta min ne ku ez bibim pisporê jenîna her amûrê bi qasî ku ez dixwazim wan fêm bikim, hêz û taybetmendîya wan nas bikim û li gorî wê tev bigerim.
 
MEHMÛD BERAZÎ KÎ YE?
 
Di sala 1983'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê. Dayik û bavê wî ji Kobanê ne. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994'an dest pê dike. Dibistana muzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtiye. Ew dibêje piştî hin tişt nas kirin û baweriyek di serî wî de ava bû êdî derket asta muzîkjenek asta bilind. Aranjoriya muzîkê dike. Di Orkestra Heskîfê de ya di bin banê Şaredariya Êlihê de hatibû avakirin jî aranjoriyê dikir. 
 
MA / Bîlal Guldem 

Sernavên din

17/07/2019
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê
11:23 Li Hênê 693 kesî di GBT'ê re derbas kirin
11:09 'Kelepçeyê wisa şidandin kirin ku qevdên destên wî xwîn bibin'