AMED - Li Taxa Bayirli ya Lîcê, cenazeyê 4 kesên di pevçûna 3’yê Hezîranê rû da de jiyana xwe ji dest dan, 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin.
Li Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyona leşkerî hat lidarxistin û di 3’yê Hezîranê de pevçûn rû da. Cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan 43 rojin li herêma pevçûnê tên rawestandin. Ji 5 HPG’iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Ferhat Kocakaya piştî operasyonê ji herêmê hat girtin û li Lîcê hat definkirin. Lê cenazeyên Îbrahîm Çelîk, Abdullah Tûrhan, Omer Demîr û Yûsûf Kayran 43 rojin li herêma operasyon lê hatibû derxistin tên rawestandin. Malbat çûn herêma operasyonê û di wêneyên kişandin de xuya dike ku cenaze xirab bûne.
Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, dest pê kê bi şandeyeke Parlementerên HDP’ê jî, di nav de çûn Serdozgeriya Komarê ya Lîcê û serlêdan kirin. Malbatan dûre di 9’ê Tîrmehê de serî li Baroya Amedê dan û ji bo girtina cenazeyan daxwaza alîkariya hiqûqî kirin. Baroya Amedê, derbarê mijarê de agahî dan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ê heman rojê hat bajêr û Wezîr Gul ji bo girtina cenazeyan ferman dabû Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzel.
Ligel hemû hewldanên malbatan û fermandayîna Wezîr Gul, cenaze hîna jî li herêma operasyonê tên rawestandin.