STENBOL - Weqfa SETA ya bi rapora xwe ya rojnamegerên muxalîf kir hedef ket rojê, vê carê jî pirtûkeke Kurdên li Ewropa dijîn dike hedef weşand.
Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) ya bi raproa xwe ya rojnamegerên mûxalîf kir hedef ket rojê, vê carê jî Kurd, dost, sazî û dezgehên wan ên li Ewrop kir hedef. SETA'yê pirtûka bi navê "Li Ewropa sazkirina PKK'ê" amade kir.
WÊNE Û ADRESÊN WAN WEŞAND
SETA'yê di pirtûka amade kir de, nav, wêne û adresên rêveber û saziyên Kurdan, dost û piştevanên wan ên Tirk û Ewropî yek bi yek nivîsandin û hedef nîşan dan.