ENQERE - Ligel daxuyaniya Rektoriya ODTU ya dê ‘berçavan re derbas bikin’ jî ji bo çêkirina yurda KYK serlêdana destûra înşaetê hat kirin.
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) ji bo 49 salan qada Kavaklik pêşkêşî Saziya Yûrdan Kredî kir. KYK’ê ji bo avakirina yurdê dest bi jêkirina daran kir. Çalakî û permezarkirinên xwendekaran ên li dijî vê projeyê û jêkirina daran dewam dike.
Piştî bertekên xwendekaran jêkirina daran hatibû rawestanan û Lijneya Rêveberiya ODTU, di 9’ê Tîrmehê de, biryara “Dê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin” girtibû.
DESTÛRA ÎNŞAETÊ DÊ BIDIN FÎRMAYA MÎTAHÎT
Ligel biryara hat girtin jî, li gorî agahiyên me ji destûrdarên ODTU girtin, wê destûra înşaetê di demek nêz de bidin fîrmayên mitahitan. Hat diyar kirin ku derbarê destûrê de serlêdana fermî hatiye kirin.
Li aliyê din, ligel ku derket holê qada dê lê dest bi înşaetê bikin aîdê Weqfa Pêşxistina ODTU’ye jî, weqfê heya niha tu daxuyanî ne daye û îtîraz jî nekiriye.
‘JI BO DESTÛRÊ DIVÊ BELGEYA TERXANA TAPO BIXWAZIN’
Serokê Şaxa Odeya Avayîsaz ê Enqerê Tezcan Karakûş Candan ê ji nêz ve rewş û pejoya heyî dişopîne, diyar kir ku ji bo destûrê dıvê belgeya terxana tapo bixwazin û got: “Di vê rewşê dê destûr neyê dayîn.”