ERZIROM - Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kesan du rojên din dirêj kirin.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê polîsan di 11’ê Tîrmehê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û her tişt serûbin kirin. Polîsan piştî lêgerîna malan Hevşaredarê Gogsiyê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encümene Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, encûmenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û welatiyê bi navê Erol Mahçup binçav kirin. Dema binçavkirina 10 kesan du roj din hat dirêjkirin.
Hinceta binçavkirina 10 kesên ku ev 4 rojin li Şaxa TEM’ê ya Erziromê tên girtin nehat zanîn.