WAN - Li Gundê Mamêdîk ê Navçeya Rêya Armûşe agir bi giha ket. Di şewatê de 2 hezar gurzê gihayê Turan Karakoç tev şewitî.
Li Gundê Mamedîk ê Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, şevê din agir bi giha ket. Di şewatê de 2 hezar gurzên gihayê wkelatî Turan Karakoç tev şewitî. Sedema agirê ku şevê din bi giha ket nehat zanîn. Piştî agir bi giha ket, yekîneyên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin çû cihê bûyerê û mudaxaleyî şewatê kir. Piştî demekê yekîneyên agirkujiyê yên Qelqeliyê û Serayê jî hatin hawarê. Di encama şewatê de 2 hezar gurzên gihayê Karakoç tev şewitî.