AMED - Cenazeyê ciwanê bi navê Yûnûs Agirbaş ê ji bo hînik bibe ket Çemê Dîcle û ber pêlên avê ket, hat dîtin.
Li nêzî Bexçeyên Hevsel a navçeya Sûr a Amedê, 3 kesên hevalên hev ji bo hînik bibin ketin Çemê Dîcle. Yek ji 3 hevalan Yûnûs Agirbaş ê 20 salî ber pêlên avê ket û winda bû. Welatiyên derdorê yên dîtin Agirbaş di avê de winda bû, agahî dan ekîbên tenduristî, AFAD, agirkûj û polîsan. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, dest bi xebata lêgerîn û xelaskirinê kirin. Piştî xebata lêgerînê ya 2 saetan cenazeyê Agirbaş 500 metre dûrî cihê ber pêlên avê ketibû hat dîtin.
Cenazeyê Agirbaş ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxanê û lêpîrsîna derbarê bûyerê de dewam dike.