ENQERE - Bi sedan xwendekarên ODTU li dijî talankirina xwezayê û birîna darên li Qada Kavaklikê bi bankarta "Em ê Kavaklik'ê şîn bikin" û def û zurneyan meşiyan qada Kavaklikê.
Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bi dirûşmeya "Kok bang li Berxwedanê dikin" li 5.Yurdê kom bûn û bi pankarta "Em ê Kavaklik'ê şînk bikin" meşiyan Qada Kavaklikê. Xwendekarên pankart vekirin li ber dengê defê stran gotin û meşiyan. Xwendekaran diyar kirin ku ewê li dijî kesên ku ji bo şînahiya dolaran, dixwazin şînahiya xwezayê bi betonê tune bikin, şînahiya xwezayê biparêzin û destûr nadin ku xweza talan bibe. Xwendekaran anîn ziman ku wê zanîngehan jî biparêzin. Xwendekaran di meşê de bang li Rektor Verşan Kok jî kirin û gotin "Em li her derê digerin lê Kok li kuye ye?" û helwesta xwe ya li dijî rektorê zanîngehê anîn ziman.