GÎRESÛN - Li navçeya Espiye ya Girêsûnê dolmîşa rêwiya qulipî. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li Gundê Erîcîk yê Navçeya Espiye ya Gîresûnê dolmîşa rêwiyên ku ji zozanên Karaovacikê vedigeriya qulipî. Dolmişa ku ajokarê wê kontrola xwe winda kir qulipî li gorî agahiyên ewil 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Gelek yekîneyên tenduristiyê sewqî herêmê kirin.