STENBOL - Endamên Koordînasyona Heskifê yên bi minasebeta 14'ê Tîrmehê “Avêtina Mezin" kom bûn, ji bo Heskif di bin avê de demîne xwe avêtin Deryaya Marmarayê.
Koordînasyona Heskifê, ji bo parastina Heskifê ya 12 hezar salî, li pêş Sefaretxaneya Avusturya ya li Sariyerê kom bûn û daxuyanî dan. Endam û rêveberên KESK, TTB û gelek rêxistinen civakî amade bûn. Li ser navê Koordinasyonê Endamê Şaxa Komeleya Arkeologan a Stenbolê Ediz Boynikoglu daxuyanî da. Boynikoglu, anî ziman ku her sal di 2'yemîn roja yekşemê ya Tîrmehê de li gelek welatên Ewropayê ji bo parastina gol, çem û rûbaran, gelek mirovên xweparêz di bin navê “Avêtina Mezin" de kom dibin û bi komî xwe davêjin çem û rûbaran. Boynikoglu, anî ziman ku îro ew jî ji bo bêjin "Em Mezin davêjin" kom bûne û wihagot: "Geliyê Dicle û zindîwerên li wî gelî dijîn di bin talûkeyek mezin de dijîn. Rayedarên Dewletê ji bo geliyê li Dîcleyê bifetisînin, di sala 1954’an de bi projeya xistibûn rojevê 22 sal berê ketin nava tevgerê. Gelê herêmê destûr neda ku projeya gelî bifetisîne têkeve meriyetê. Heta niha li dijî vê projeyê li ber xwe didin. Heta niha 5 caran projeya Ilısu hat rawestandin. Em dikarin wekî Rûbarê Dîcleyê, Heskifê jî rizgar bikin. Niha ji sedî 1 tune bûye. Lêj ji sedî 99 li ser piyan e. Em dikarin vê para ji sedî 99 biparêzin û destûr nedin tune bibe. Ji bo parastina Heskifê ne dereng e.
Piştî daxuyaniyê endamên koordinasyonê bi navê "Avêtina Mezin" xwe ji bo parastina Heskifê Avêtin Derya Marmarayê.