MÊRDÎN - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ê duh hat binçavkirin, wê sibê îfadeya wî bê girtin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal, piştî nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di dema qeyûm de hatibûn kirin aşkere kirin û kir nûçe hedef hatibû girtin. Kanbal ketina wî ya şaredariyê jî hatibû qedexekirin. Kanbal ku duh dema diçû malê hat binçavkirin hêj di bin çavan de tê girtin. Kanbal ku li Midûriyeta Polîsan tê rawestandin, hat hînbun ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hatiye binçavkirin. Parêzerê Kanbal Erdal Kuzu, diyar kir ku wê sibê îfadeya Kanbal bê girtin.