ŞIRNEX - Cenazeyê Recep Argan ê ku bavê wî nexweş bû û piştî li Qeyûmê Şaredariya Elkê ew ji kar avêt, dawî li jiyana xwe anî 2 meh şûnde hat dîtin.
Li Navçeya Elkê ya Şirnexê Recep Argan ê li şaredariya Elkê dixebitî, qeyûm bi sedena "Peymana wî ya kar qediya ye" dawî li karê wî anî. Piştî Qeyûm dawî li karê wî anî, di 10'ê Gulanê de li Qada Sineklî xwe ji pirê avêt çem û dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Argan ê xwe avêtibû çemê xêbûr 500 metre dûrî pirê hat dîtin. Cenazeyê Argan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî bûyerê derketibû holê ku rewşa Argan a aborî xerab e û ji ber Qeyûm ew ji kar avêtibû dawî li jiyana xwe anîbû.