WAN - Li Wanê bi tevlîbûna endam û rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên partiyan berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Di zindana Amedê de endam û kadroyên pêşeng ên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê pêk anîbûn û di encama çalakiyê de Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Ali Çiçek jiyana xwe ji dest dabûn. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Wanê bi tevlîbûna endam û rêveberên rêxistinên HDP, DBP û TJA’yê li avahiya HDP’ê hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pişt re bi temaşekerina sînevîzyona 14’ê Tîrmehê berdewam kir.
Bîranîn bi axaftinan û nirxandinên hatin kirin, bi dawî bû.