AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de sond xwar, hat Amedê û dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir. Guven, di çarçoveya plansaziya xwe de, dê di rojên pêş de malbat û gorên girtiyên bi armanca şermezarkirina tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn, ziyaret bike.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehê ket greva birçîbûnê û çalakiya di roja 200’an li ser banga Ocalan di 26’ê Gulana 2019’an de bi dawî kir, piştî pevajoya dermankirin û sondxwarinê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê, dest bi xebatên xwe yên siyasî kir.
Guven a di 10’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi xebatên xwe yên parlamentoyê kir, dûre hat Amedê. Guven a di 31’ê Çile de li Amedê hat girtin, piştî salek û nîvê çû avahiya KCD’ê ya hevserokatiya wê dike. Guven li KCD’ê, derbarê xebatan de ji endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê agahî girtin û beşdarî xebatên lijneyê bû.
MALBATA ZULKUF GEZEN ZIYARET KIR
Guven di çarçoveya xebatên xwe de, dê di 17’ê Tîrmehê de, gora Zulkuf Gezen ê di 17’ê Adara 2019’an li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî ya li Goristana Yenîkoy a Navçeya Rêzan a Amedê ziyaret bike.
Guven, di heman demê de, dê di 18’ê Tîrmehê de, malbata Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan a di 21’ê Tebaxa 2018’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Gazî ya Enqerê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, ziyaret bike û di 23’yê Tîrmehê de jî, malbatên Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay ên li dijî tecrîda li Îmarliyê dayî li jiyana xwe anîn ziyaret bike.
DÊ MALBATA ŞENYAŞAR ZIYARET BIKE
Guven ligel van serdanan, dê malbata Şenyaşar a di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûs a Rihayê rastî êrîşên xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yıldiz hatin ziyaret bike û dûre biçe serdana malbata Parlementerê HDP’ê yê Riha yê berê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federa jiyana xwe ji dest da.
MA / Ozgur Paksoy