ÇEWLÎK - Li zozanên bilind ên Çiyayê Çewlikê di demsala havînê de bihar e. Piştî hewa germ bû û berfa li zozanên bilind hiliya, belekiyên berfê, şirikên avê, gul û kulîlkên ku nû di bin berfa spî de ber bi ezmanên şîn serî hildidin reng, ruh dide xwezayê. Koçerên hatine van zozanên bilind di demsala havînêde biharê dijîn.
Li Zozanên Çewlikê yên bilindahiya wan di navbera 2 hezar û 500- 2 hezar û 800 metre de tên guhertin, bi hatina havînê re hewa germ bû û berfa li zozanan hêdî hêdî dihile. Li zozanên ku hin salan berf sal 12 meh nahile piştî berf dihile jî li şûna xwe xwezayek rengîn dihêle. Li Zozanên Kaza Keynek û Xêlderî yên Navçeya Dara Hênê û Zozanê Warê Ger ê Gebozan ên Navçeya Bongilan ên Çewlîkê û Zozanên Çindir û Çiyayê Berbihîvî yên Navçea Pasûrê ya Amedê piştî berfa li kontarên çiyê hiliya, çiya bi belekiyên berfê xemilî. Li şûna berfa dihile gul û kulîlkên rengîn ber bi ezmanên şîn ve serî hildide. Li van zozanan nebatên wekî kereng, ribêz, gulik, Helûg, sîr, pîvazên bejî, çahterî, beybûn û gelek nebatên ku endemîk li vir çêdibin. Koçerên ji Riha û Amedê tên li vir pezê xwe diçêrînin di demsala havînê de demsala biharê dijîn. Li gorî lêkolînan tê diyar kirin ku ev zozanên bilind û fireh dikarin heta 300 hezar pez têr bikin. Ger ku ev zozan neyên qedexekirin koçerên li vir dikarin şîr, peynîr û mastê Tirkiye temîn bike.
Wêne: Çiyager Yavuz Tasali