STENBOL - Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî, bilêv kir ku îktîdar civakeke ku qet lêpirsîn, rexne nake û tiştên heyî qebûl dike dixwazin û got: "Em rojnamevanên ku toz û duxana sehneyê girtine em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin."
Danişîna 5'an a doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku hatibû girtin û malên wê hatibûn desteserkirin di 28'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê pêk hat. Di dozê de 3 jê girtî 14 xebatkarên rojnameyê dihatin darizandin û dihat xwestin ku 14 sal û 4 meh ceza li wan bê birîn. Di danişîna dawî de xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Îhsan yaşar û edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî û Reyhan Hacioglû hatin berdan. Lê belê ji ber sal û 6 meh cezayê Mehmet Alî Çelebî ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê hebû, piştî berdana ji doza Ozgurlukçu Demokrasiyê sewqî Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyeyê hat kirin. Piştî parêzeran serlêdan pêk anî, Çelebî di 9'ê Tîrmehê de hat berdan. Çelebî, behsa pêvajoya binçavkirinê û girtinê kir.
Çelebî, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê zêdetirî sed rojnamevan girtîne û got, di vî warî de Tirkiye bi Rûsyayê re ketiye pêşbirkê. Çelebî, diyar kir ku di warê girtina rojnamevanan de Tirkiye di asta herî jor a azadiya çapemeniyêde cih digire û got: "Di dozên rojnamevanên girtî de bi piranî wekî doza me, tu delîl tune ne. Dadgeh li gorî rewşa ruhî ya îktîdarê didarizîne. Eger rewş asayî me demildest xalên azadîxwaz dikevin dewrê lê wexta hikûmet awiran lê dide karguzarî dikeve dewrê. Û îdianame bi senaryoyên pir ecêb tên amadekirin. Mesela min di sala 2016'an de gotarek nivîsandiye. Nivîs rejîma Sûriyeyê, Beşar Esad rexne dike. Lê nizam ji ber çî ye, meqama îdiayê xwe xeyidandiye û doz vekiriye. Heyeta dadgehê jî ji ber vê 18 meh ceza li min birî. Yanî hûn bi kîjan aqilî ceza li nivîseke rejîma Sûriyey rexne dike dibirin? Di vir de lê dinerin eger hikûmet awir dabin temam e."
XWESTIN ROJNAMEVANA ÇAVTIRSANDÎ BIKIN
Çelebî, destnîşan kir ku nûçeya wan a der barê Efrînê de jî bûye hicneta cezakirinê û got: "Li gorî hiqûqa navnetewî ger hûn leşkerên xwe derxin derveyî welatê xwe, ev dagirkirin e. Û nedixwestin der barê vê de nûçe bên çêkirin. Jixwe ji bo vê ew û saziyên rêxistinê li hev kom bibûn. Niha 95 ji sedî yê çapemeniyê di dest îktîdarê de ye. Îktîdar naxwaze ji xeynî vê blokê tu kes tiştekî binivîse. Dibêjin 'Em berê neynikê bidin kuderê hûn ê wis abinivîsin.' Meqamên îdiayê jî wisa nêzî bûyerê dibin. A rast bi girtina me xwestin çapemeniya din û civakê çavtirsandî bikin û bitepisînin. Di ser me re xwestin ji rojnamevanan re bêjin 'Hûn nikarin bifikirin, hûn nikarin hilberînin, hûn nikarin qadam vebikin, divê hûn tişta heyî qebûl bikin.'"
‘KÎJAN KARGEHEKE ÎLLEGAL DIKARE KARKERÊN BISÎGORTE BIDE XEBITANDIN?'
Çelebî, destnîşan kir ku di dema darbeyên 1960, 1971, 1980 û di dema darbeya postmodern a 1997'an de jî matbaa nehatine destserkirin, lê belê li Tirkiyeyê care ewil e matbaayek tê desteserkirin. Çelebî, bilêv kir ku matbaa saziyên bazirganî ne û got: "Çi tiştên legela bên matbaayê tên çapkirin. Jixwe rojname, matbaa, radyo, TV bîst û çar saetan di bin kontrola dewletê de ne. Rojnameyek heta tê çapkirin û heta digihê ber destê xwendevana gelek caran di ber çavên dewletê re tê derbaskirin. Dozgerên çapemeniyê her tiştî kontrol dikin. Dibe wê çaxê hûn bi muameleyek der qanûnî nêz nebûbin lê belê bi îşareteke hikûmetê hûn demildest muameleya îllegal pê dikin. Li kudera cîhanê kargeheke îllegal dikare karkerên bisîgorte bixebitîne? Yanî aşkere ye ku meqamên îdiayê bi kîjan qafî îdianame amade kirine."
‘EM Ê JI REŞ RE NEBÊJIN SPÎ YE'
Çelebî ku got "Rojnamean wekî şanogerên toz û duxana sehneyê girtine" û got: "Îktîdar, tim civakeke ku lêpirsînê nake dixwazin. Lê belê çapemeniya sosyalîst, çapemeniya kurd tim li pêyî nûbûnê ye, tiştên kêm, tiştên neyînî û tiştên çewt rexne dike. Sedema zext û zoriyên li ser çapemeniya kurd û çapemeniya sosyalîst jî ev e. Lê belê em rojnamevanên ku toz û duxana sehneyê girtinê em ê ji niha û pê ve jî tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexneyê bikin û ji tişta çewt re bêjin çewt e. Eger tiştek reş be em ê nebêjin ev sor e, ev kesk e û ev spî ye."
MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik