WAN – Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan di panela Komkujiya Geliyê Zîlan de axivî û got dîrokek kurdan a bi komkujiyan derbas bûye heye û divê êşên qewimîne neyên jibîrkirin.
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Erdîşê bi wesîleya salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan a di 13’ê Tîrmeha 1930’î de li navçeya Erdîşê ya Wanê pêk hat panel li dar xist. Panel li avahiya HDP’ê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler û rêveberên HDP’ê beşdar bûn.
Li hola panelê pankrata “Em ê Komkujiya Zîlanê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” hat daliqandin û sînevziyona komkujî vegot hat pêşandan.
‘KOMARA TIRKIYEYÊ BI SAYA KURDAN HEYE’
Parlamenter Muazzez Orhan di panelê de axivî û diyar kir ku dîrokek kurdan a bi komkujiyan derbas bûye heye û got: “Divê ev êşên hatin serê kurdan neyên jibîrkirin. Her tişt anîn serê kurdan. Dewleta tirk her ku tengav bû destekê ji kurdan xwest. Heke îro Komara Tirkiyeyê hebe bi saya kurdan heye. Mixabin dewlet piştî karê xwe hel dike pişta xwe dide kurdan, wan dikuje û tune dike. Hêj qey tu yê bêjî tiştek nebûye û dibêjin ‘kurd çi dixwazin?’ Dîrokek me ya tê xwestin tune bikin heye. Ya îro em bikin divê ku em dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
‘NÊZÎ 15 HEZAR ZAROK KUŞTIN’
Lêkolîner û nivîskar Îkram Îşler jî behsa dîroka Komkujiya Zîlanê kir û got “Newala Zîlanê newala xwînê ye. Di wê demê de nêzî 15 hezar zarok hatin kuştin. Di komkujiyê de dest danîn ser mal û milkên xelkê. Bi hezaran kes sirgûn bûn.”
‘ZÎLAN ZILM BÛ’
Rêveberê HDP’ê Alî Aslan jî behsa hovîtiya komkujiyê kir û got: “Komkujiya Zîlanê zilmek mezin bû.”