STENBOL / ENQERE - Di hefteya 381'emîn a çalakiya rûniştina F'ê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 23 sal in girtî ye û hat gotin ku bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûne.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ku ji bo berdan girtiyên nexweş, xwest di hefteya 381'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F'ê" li Qada Galatasaray li dar bixe. Polisan çalakiyê asteng kir û destûr neda ku çalakî li Qada Galatasaray bê lidarxistin. Li ser vê çalakî li ber derê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy û gelek parastvanên mafê mirovan tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên li ser wan nivîsên "Mafê tedawiyê nayê astengkirin, tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" nivisandî hatin vekirin.
REWŞA OZKAN XERA DIBE
Di çalakiyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 23 sal in girtî ye hat rawestandin. Daxuyaniyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn da. Acettîn bi bîr xist ku girtiyê nexweş Ozkan 81 salî ye û wiha got: "Li gel ku derketiye holê tu eleqeya wî ji doza ku jê hatiye girtin tuneye jî nayê berdan. Rewşa wî her ku diçe xera dibe û ji ber temenê wî yê mezin nikare bi tena serê xwe pêwîstiyên xwe bi bersivîne. gelek nexweşî lê peyda bûne."
HEMAN NEXWEŞXANE RAPORÊN CUDA DAYE
Acettîn di berdewamê de bal kişand ser rapora derbarê Ozkan de û ev tişt got: "Li gel ku rapora ji sedî 87 a windakirina fonksiyên laşî ya Ozkan heye jî bijîjkan rapora ku dikare li girtîgehê bimîne dane. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ku beriya niha rapora nikare li girtîgehê bimîne dabû, Lîjneya Tenduristiyê heman nexweşxaneyê di 27'ê Adara 2019'an de berovajiyê rapora beriya niha rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne daye. Bi vê yekê re bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûne. Em di şexsê Ozkan da daxwaz dikin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan."
'SEWQÎ GIRTÎGEHEKE NÊZÎ NEXWEŞXANEYÊ BIKIN'
Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 254'an de li ber deriyê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê hatin gel û bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Rêveberên HDP'ê û parastvanên mafê mirovan tevlî daxuyaniyê bûn û pêşmalkên li ser wan nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin û pankarta navê giriyên nexweş li ser nivîsandî vekirin. Daxuyaniyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Melîke Giray da. Giray di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Kayserî Bunyanê girtî ye. Giray da zanîn ku Girtîgeha Hejmara 2 a Kayserî Bunyanê 55 kîlometreyan dûrî nexweşxaneyê ye û daxwaz kir ku Abî sewqî girtiyeke nêzî nexweşxaneyê bê kirin.