QERS - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç derbarê 33'emîn salvegera damezrandina ÎHD'ê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ÎHD 33 sal in têkoşîna mafê mirovan dide û navê xwe li dîrokê dinivisîne.
Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Qersê têkildarî 33'emîn salvegera damezrandina ÎHD'ê, li bînaya Şaxa ÎHD'ê ya Qersê daxuyaniyek da. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç diyar kir ku qada parastina mafê mirovan qadeke bi bandor a têkoşînê ye û wiha got: "ÎHD, di 17'ê Tîrmeha 1986'an de bi 98 kedkar û mirovên zanîstê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û mudaxaleya binpêkirina mafê mirovan hat damezrandin. ÎHD, 33 sal in bi şîara 'Mirvo bi mafê xwe mirov e' têkoşîna mafê mirovan dide û piştgirî dide demokratîkbûna Tirkiyeyê û navê xwe li dîrokê dinivisîne."