AMED - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, ji bo mîtînga bi şîara "Li dijî şer çareseriya demokratîk" ku di 22'ê Tirmehê de li Amedê pêk bînin, banga tevlêbûnê li her kesî kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê wê bi şîara "Li dijî şer çareseriya demokratîk" di 22'ê Tirmehê de li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Têkildarî mîtînê Rêxistina HDP'ê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xisti. Li ser navê Komîteya Amadekar a mîtîngê Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, ji bo mîtînga bi şîara "Li dijî şer çareseriya demokratîk" ku di 22'ê Tirmehê de li Amedê pêk bînin, banga tevlêbûnê li her kesî kir. Hulya Alokmen Uyanik, ji hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin xwest ku tev li mîtingê bibin û derdorên xwe jî tev li mitîngê bikin.
Uyanik, anî ziman ku ew têkoşîna aştiyê li dijî daxwazên şer ên dewletê dimeşînin û wiha got: "Hêj cenazeyên esker, polîs û gerîlla tên. Ji bo em îtîrazên rêxistinên demokratîk û saziyên civakî yên Amedê li dijî şer û cenazeyan bînin ziman emê li Amedê mîtîngê li dar bixin. Bi taybetî li dijî polîtîkayên şer çareseriya demokratîk pêwistiyek lezgîn e. Bi vê baweriyê di 22'ê Tîrmehê de emê li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 17.00- 20.00'an de mîtîngê li dar bixin. Hevserokên HDP, DBP, ESP, HDK, KCD wê tev li mîtîngê bibin. Em dê di vê mîtingê de daxwaz û israrên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane bînin ziman. Em dê di xeta sêyemîn a çareseriya demokratîk de israr bikin. Em dê dîsa daxwazên xwe yên makeqanûna demokratîk bînin ziman û israr bikin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku di vê mijarê de hestiyar nêzîk bibin û tevlêbûnek mezin nîşan bidin.
Hemû kesên di nava komîteya amadekar de cih digirin wê ji niha û şûnde li kolan û taxan di nava xebatê de cih bigirin.