AMED - Hat ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li bakurê Hênê hatiye destpêkirin de leşkeran 693 kesî di GBT'ê re derbas kirine.
Hat hînbûna ku operasyona leşkerî ya ku di 10'ê mehê de li navçeya Hênê ya Amedê dest pê kiribû, duh saet di 22.002an de bi dawî bûye. Hat ragihandin ku operasyona bi beşdariya gelek yekîneyên taybet, polis û cerdevanan hatiye lidarxistin, bi helîkopteran jî hatiye destekkirin. Di çarçoveya operasyonê de li ser rêyên ku diçûn deverên operasyonê nuqteyên kontrolê hatin danîn û bi ser gelek malan de hat girtin. Hat ragihandin ku di serdegirtinên malan û nuqteyên kontrolê de, leşkeran 693 kesî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirine. Her wiha weke mirovan wesayît jî bi heman rengî di lêgerînê de hatine derbaskirin.