ENQERE - Li Enqereyê 3 kesên li kolana Yukselê çalakî li dar xistin hatin binçavkirin
Li Kolana Yukselê ya Enqereyê Merve Demirel a berê rastî tacîza polisan hatibû, hat binçavkirin. Li gel Demirel Mehmet Yilmaz ê 70 salî û Bengisu Demirel jî hatin binçavkirin. Polîsan piştre bi ser mala Acun Karadag ê bi KHK'ê îxrac bû de girtin û lêgerîn kirin. Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê twitterê agahî dan û diyar kir ku şevê din polîsan bi ser gelek malan de girt û muwekila wan Merve Demirel li nexweşxaneyê binçavkirine û di serdegirtina malan de jî Mehmet Yılmaz ê 70 salî û Bengîsû Demîrel jî binçavkirine. Acun Karadag jî li ser hesabê twitterê agahî dan û diyar kir ku polîsan bi ser mala wî de girtine.