* Hevşaredarên HDP'î ku ji bo saziyên jin û navendên ciwanan ên qeyûm girtibûn ji nû ve vekin zend û bend bandan, gotin: "Em ê hewl bidin ku jinên hatine hepskirin xwedî gotin bin."
* Mehmet Ûçar ku der barê Heskîfê de lîstikeke şanoyê nivîsand, got: "Heskîf, mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. A tê tunekirin bîra me, mîrateya me û dîroka me ye."
* Li Wanê, ajovanê li nav bajêr rêwiyan dibin û tînin, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ajovanan, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê şer e û got: "Bi perê me operasyon tên lidarxistin. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin pêdivî bi aştiyê heye."
* Li Çewligê, li Taxa Kulturê di çarçoveya "veguherandina bajêr" de malên şêniyên taxê hatibûn rûxandin û ji wa re hatibû gotin ku wê di nav salekê de mifteya xaniyên we yê nû di destê we de be. Lê belê 921 malbat 3 sal in bê xanî ne.
* Der barê 7 jê girtî 8 ciwanên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya rêgirtinê li dar xistibûn doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku 5 sal ceza li wan bê birîn.
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re azadî, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Dayikên Şemiye bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê di hefteya 746'an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, bi armanca balê bikişînin ser weşagirtiyên nexweş û windayan, wê li pêş Sumerbank a Kevn daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13:00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 381'an de berdewam bikin. (13.30)
* Parlamenterê HDP'ê û hevşaredarên HDP'ê yên bajar û navçeyên herêmê wê li Heskifê meşekê li dar bixin. (12.30)
* Xizmên windayan û Parazvanên mafên mirovan wê li Amed û Êlihê li şaxên ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 450'î de daxuxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Di pêşengiya komeleya 78'an de wê kesên di Rojiya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoyê wan bibîr bînin û Qurnefilan dînin pêş Girtîgeha tîpa E ya Amedê. Li Avahiya HDP'ê ya Amedê jî wê panelê li dar bixin. (11.00,12.00,13.30)