ENQERE - Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hatin bîranîn. Li goristanê bênavber dirûşmên, “Helmet namire”, “PKK tol hilde” berz kirin.
Li Goristana şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî ku di encama êrîşa balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest da merasîmeke girseyî hate lidarxistin. Girseya ku bi meşê ketin goristanê gul danîn ser gora Xerîb û şehîdan. Malbat, rêheval û welatî li ser gora Diyar Xerîb kombûn û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di merasimê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Diyar Xerîb a bi hevre, postereke mezin a Dr. Sîrwan, Viyan Soran û Diyar Xerîb rakirin. Di merasîmê de bi sedan wêneyên Xerîb ên bi ala PKK’ê û KCK’ê hildan. Di merasîmê de bênavber dirûşmên dijî dagirkeriyê û “Helmet namire”, “PKK tolhildan”, “Heval Helmet Rêbere, pêşengî tacî sere”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Merasîm bi sirûda netewî ya Ey raqııp û deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir.
Piştî sirûda netewî, Komîteya Malbatên şehîdên PKK’ê ya Başûr nivîsek ku li ser jiyannameya Diyar Xerîb amadekiribû xwend. Komîteya Malbatên şehîdên Başûr, “Li dijî xeta xiyanetê her timî xeta berxwedanê, temsîl kir. Divê gelê me yê Başûr rihê şoreşgerî ji hevalê Helmet fêr bibe, ji ber ew nimûneya serkirdeyekî şoreşgerî ya gel bû. Şehîdbûna wan giranbû, lê wê ev şahadet bibe sedema têkoşîneke xurt û wê îradeya me bihêztir bike. Evê bibe sedem em hesap ji dagirkeran û sîxûran bixwazin.”
Hevalê Diyar Xerîb Hesen Cûdî, daxuyaniya Konseya Serokatiya KCK’ê xwend û sersaxî ji malbata Xerîb, hevalên wî yên têkoşînê û gelê Başûrê Kurdistanê re xwest.
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat bi navê Rêveberiya KCK’ê û PKK’ê di merasîma bîranînê de axivî û şehîd Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn bibîranî.