ŞIRNEX - Di navbera Şaredariya Cizîrê ya HDP'î û TUM BEL-SEN'ê de TÎS hat îmzekirin. Li gorî TÎS'ê dê rojên 8'ê Adarê û Newrozê şaredarî îkramiye bide karkerên xwe.
Di navbera Şaredariya Cizîrê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan ve tê birêvebirin û Sendîkaya Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) de Girebesta Komkarî (TÎS) hat îmzekirin. Merasîma îmzekirinê li Mala Dengbêjan bi beşdarbûna Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Yilmaz Yildirimci û Hevşaredar Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig pêk hat.
Beriya îmzeyê Sekreter Yildirimci axivî û bal kişand ser texrîbatên dema Qeyûm û ev tişt gotin: "Gelek karker ji kar hatin derxistin. Li gel vê yekê jî em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Li gel qeyrana aborî û rewşa wê ya nebaş jî şaredarî hewl dide rewşa karkerên xwe baş bike.
'BIRYARA NEWROZÊ YEKEMÎN E'
Hevşaredar Kûtlû jî diyar ku dema qeyûm, bi zorê sendikayên karkeran bi wan dane guherandin û kêfxweşiya xwe ya ji bo girebestê anî ziman. Hevşaredar Zirig jî da zanîn ku bi girebestê mafê karkeran ketiye bin ewlehiyê û wiha got: "Me xaleke ku rojên 8'ê Adarê û Newrozê îkramiyê bidin karkerên xwe li girebestê zêde kir."
Zirig destnîşan kir ku biryara wan a ji bo Newrozê biryareke yekemîn e û got ku dê roja 8'ê Adarê hemû karkerên jin ên şaredariyê bi destûr bên hesibandin û îkramiye bigirin.