ENQERE - HDP'e têkildarî girtina rojnameger Huseyin Aykol daxuyanî da û got: "Girtina Huseyîn Aykol li dijî rojnamegeran û gelê Kurd peyamek e. Huseyin Aykol, pênûsa Musa Anter hilgirtibû. Pirsgirêka Kurd kiribû pirsgirêka xwe û Rojnamegerekî enternasyonalist bû.
Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û berpirsiyarê Çapemenî, Weşan û Propagandayê Azad Barış, têkildarî girtina Rojnameger Huseyin Aykol daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Aykol penûsa Musa Anter rakiriye û Pênûsa ku Aykol rakiriye wê neyê bêdengkirin. Îktîdara AKP'ê kêlek din avêt şerma azadiya çapemeniyê. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Rojnameger Huseyin Aykol, bi hinceta der barê wî de ceza hatiye erêkirin hat girtin. Aykol, jiyana xwe diyarî nivîsandina rastiyan kiriye. Girtina wî ji bo gelê Kurd û ji bo rojnamegeran peyamek e. Kesên vê peyamê dide bila ji bîr nekin ku Huseyin Aykol pênûsa Musa Anter bilind kiriye û derdê gelê Kurd ji bo xwe kiriye derd. Rojnamegereki enternasyonalist e. Wekî wî bi sedan rojnamegerên bi rûmet hene. Em dixwazin ku Huseyin Aykol demek beriya demekê bê berdan."