MÊRDÎN – Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak diyar kir ku hevserokê wan Alî Sîncar ê li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu hat girtin ji 5 mehan zêdetire îdianameya wî nehatiye amadekirin û 'biryara nepen' li ser dosyeyê ye.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrdînê têkildarî rewşa Hevserokê xwe Alî Sîncar ê ji 7’ê sibatê ve girtî ne daxuyanî da. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu “Civîna danasîna namzetên hevşaredariyan” ên Mêrdînê hedef nîşan da bû û pişt re Sîncar hatibû girtin.
HDP’ê civîn li avahiya xwe li dar xist rêveberên HDP’ê û hevşaredar beşdarî civînê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî da.
'HÛN NIKARIN ME BÊZAR BIKIN’
Amak destnîşan kir ku nêzî 5 mehan bi ser girtina hevserokê wan Alî Sîncar re derbas bûye, lêpirsîna derbarê wî de didome û hêj biryara nepen li ser dosyeyê ye. Amak da zanîn ku neamadekirina îdianameya Sîncar wek “bêhiqûqî” nirxand û got: “Li gel ku îdianame nehatiye amadekirin, girtina Alî Sîncar a nehiqûqî jî didome. Neamadekirina îdianameyê û biryara nepen a li ser dosyeyê helwest û pêkanîna kêfî ya darazê ye. Em diyar dikin ku ev girtin û operasyonên siyasî dewama polîtîkaya rehîn girtinê ye. Em ji rayedaran re dibêjin ku wê zext, zilm, îşkence, binçavkirin û girtin nikaribin me bêzar bikin. Gavek berê gavekê dawî li bêhiqûqiya li dijî hevserokê me Alî Sîncar, rêveber û endamên me bînin û wan berdin. Dê têkoşîna me ya mafdar û birûmet dewam bike.”