RIHA – Danişîna doza 2 polîsên bi sûcdariya “wezîfeya xwe xirab bikar anîne û xemsarî kirine” ku têkildarî Komkujiya Pirsûsê tên darizandin hat dîtin. Dadgehê axaftina bêtêla polîsan û qeydên kamerayan xwest.
Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê DAIŞ’ê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî û 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Polîs Alî Kolçak û Ahmet Oguz Davarci bi sûcdariya “wezîfeya xwe xirab bikar anîne û xemsarî kirine” ku têkildarî Komkujiya Pirsûsê tên darizandin. Danişîna çaremîn a polîsan li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pirsûsê hat dîtin.
Polîs beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên malbatên mexdûr beşdarî danişînê bûn.
PARÊZER XWEST POLÎSÊN WEZÎFEDAR BÊN GUHDARKIRIN
Piştî tespîta nasnameyan parêzer Gulhan Kaya xwest polîs Bayram Okuducu, Hamza Mavîş û Abdurrahîm Ozdemîr ên îdia kirine ku tedbîran girtine bên guhdarkirin. Kaya xwest axaftina bêtlên polîsan ên di navbera 19 û 20’ê tîrmeha 2015’an de hatine kirin li dosyeyê bar bikin û qeydên kamerayên jî li dosyeyê zêde bikin.
DADGEHÊ QEYDAN XWEST
Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê xwest polîsên li gel polîs Ahmet Oguz Davarci li cihê bûyerê wezîfedar bûne Bayram Okuducu, Hamza Mavîş û Abdurrahîm Ozdemîr jî wek şahid bên guhdarkirin û biryara axaftinên bêtêlên polîsan û qeydên kamerayên li derdora Navenda Çanda Amara kişandine bên lêkolînkirin da û danişînê taloqî 4’ê sibata 2020’an kir.