ENQERE - Cenazeyê 2 endamên HPG’ê 40 rojin li qada operasyonê ya li navçeya Lice tê rawestandin. Malbatê bi dehan caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan, lê disa bi hinceta operasyon heye destûr nadin ku malbat cenaze bigirin.
Li Gundê Karincak a Navçeya Lice ya Amedê di 2'ê Hezîranê de operasyona eskerî dest pê kiribî. Di operasyona eskerî de 2 endamên HPG'ê di roja 3'ê Hezîranê de di encama bombeyên qazayê yên balafirên şer avêtibûn herêmê de jiyana xwe ji destd dabûn. HPG'e piştî bûyerê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Di bombebaran 3'ê Hezîranê de endamên HPG’ê îbrahim Çelîk (Mahir Andok), Abdullah Turhan (Reber Amed) û Omer Demir (Serhildan Mazi) jiyana xwe ji dest dabûn. HPG'ê dîsa daxuyanî dan û diyar kirin ku di heman dîrokê de endamên HPG’ê Felat Kocakaya (Rizgar Tolhıldan) û Yusuf Kayran (Zinar Akro) jî jiyana xwe ji dest daye.
MALBAT 40 ROJIN NIKARIN CENAZEYÊ XWE BIGIRIN
Malbatên endamên HPG’ê piştî daxuyaniyê ji bo cenazeyê zarokên xwe bigirin seri li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Çavkaniyên herêmi piştî çûn cihê bûyerê wêneyê cenazeyan kişandin. Di wêneyan de hat dîtin ku cenaze piranî şewitîne. Cenazeyê 2 endamên HPG'ê yên şewitîne 40 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin. Di wêneyan de tê ditin ku cenaze şewitîne û xera bûne.
Piştî HDP fêr bû ku cenaze li herêmê ye heyetek ku endam, rêveber û parlamenter jî di navde hene çûn herêmê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Liceyê dan. Dozger diyar kir ku agahiya wî ji cenazeyan tune ye. Dozger ji malbatê de diyar kir ku ji ber li herêmê operasyona eskerî heye nikare destûrê bide malbatê ku biçin cenaze bînin."
MALBATÊ SERÎ LI BAROYA AMEDÊ DAN
Malbata ku encam bi dest nexistin, ji bo encam bistînin li gel parlamenterên HDP’ê di 10'ê Tîrmehê de çûn serî li Baroya Amedê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.