RIHA – Sewqiyata eskerî ya di rojên dawî de ber bi sînorê Rihayê ve balê dikişîne ser xwe. Her çiqas hedefa vê sewqiyatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nîşandan jî tê diyarkirin ku Tirkiye ji van krîzên dijî xilas bibe vî kartî girtiye destê xwe.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan û rayedarên hikumetê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an û hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê di her axaftina xwe de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên destwerdanê dixwarin. Piştî van gefan sewqiyata eskerî û tevgera rojên dawî ya li ser sînorê Rihayê balê dikişîne ser xwe.
BER BI SÎNOR VE SEWQIYATA ESKERÎ TÊ KIRIN
Ev nêzî 10 rojane maşîneyên zirxî û eskerên di oprasyona li dijî Efrînê de cih girtin kom bi kom dişînin ser sînorê navçeyên Serêkaniyê, Kaniya Xezalan, Pirsûs û Bêrecûkê yên Rihayê. Ev esker û maşîneyên zirxî li qereqolên li ser sînorên li hemberî bajarên Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê û gundê Zaretê yê li qeraxê Çemê Firatê hatine bicih kirin. Armanca bicihkirina van esker û maşîneyên zirxî jî nayê zanîn.
Obus, tank, maşîneyên personelan li ser pişta TIR’an ewil dibin Tugaya Zirxî ya Rihayê û piştî demek kin li wir dimînin vediguhezînin ser sînor.
Her çiqas hedefa vê sewqiyatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nîşandan jî tê diyarkirin ku Tirkiye dixwaze ji bo ji nava van krîzên dijî xwe rizgar bike vî kartî girtiye destê xwe.
MA / Nazim Daştan