SÊRT - Polisan li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girt û rêveberên DBP û KCD'ê jî di nav de 6 kesan binçav kir.
Polisan îro serê sibehê li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina Sêrtê de Hîkmet Daniş (70) ê nexweş û tedawî dibîne, Seroka Berê ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk a Sêrtê Kiymet Mût (32), endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Emîne Şen; li Misircê jî Endamê Mecisa Şardariya Misircê A. Gaffûr Kûbîlay (55) û endamên KCD'ê Adnan Kûtlûk û Saît Sak (60) binçav kirin. Hat ragihandin ku polisan dema ku binçavkirinê hevseroka DBP'ê ya berê Mût derp kirine.
rêveberên DBP û KCD'ê jî di nav de 6 kesan binçav kir.
Hat hînbûn ku her şeş kes bi hinceta "Rêxistinbûna KCK'ê" hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Polisan a Sêrtê.