ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên hefteyî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubilay, bal kişand ser êrîşên li dijî ciwanên HDP'ê, pirsgirêka penaberên û xwest hikûmet dawî li êrîşên li dijî ciwanan bîne û hemû partiyên siyasî bi hevre pirsgirêka penaberan çareser bikin.
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên hefteyî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, ewil sersaxî ji malbata parlamenterê HDP'ê yê berê Dengîr Mir Mehmet Firat re xwest. Kubilay, bal kişand ser Cejna Evel Temuz jî û anî ziman ku ev rojek ku ber li daran dikeve ye. Kubilay, bal kişand ser berxwedana karkeran û wiha got: "Karkerên sendîkayê ji ber bubûn endamên sendîkayê ji kar hatibûn avêtin û di encama berxwedanê bi ser ketin û ew silav kirin."
EM ÊRÎŞÊN LI DIJÎ CIWANÊN HDP'Ê BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN
Kubilay, êrîşa li dijî endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê jî rexne kir û got: "Mijarek din operasyon û êrîşên îktîdarê yên li dijî HDP'ê ne. Di demên dawî de ciwanên HDP'ê bûne hedef. Dixwaze ciwanên HDP'ê krîmînalîze bikin û xebatên wan ên zagonî asteng bikin. Çend roj berê ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin û rasti lêdanê hatin. Em zext û tundiya li dijî ciwanan bi zimanekî hişk şermezar dikin. Meclîsa Ciwanên HDP'ê rêxistinbûna zagonî û rewa ye. Demokratîk e. Em dizanin îktîdrar naxwaze ciwanên zanistî difikire û di afirîne û bi xwe biryara xwe dide pêş bikev. Ji bo pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin em bang li hemû ciwanan dikin ku di bin baneyê HDP'ê de kom bibin û xwe bi rêxistin bikin."
HEVŞAREDARIYÊN HDP'Ê DIKIN HEDEF
Kubilay, binçavkirina endamên meclîsa şaredariyê û hevşaredaran jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Mijarek din jî êrîşa li dijî Şaredariyên HDP'ê ne. Yek ji van êrîşan Hevşaredarê Qereyaziyê ye. Em carek din bang li îktîdara siyasî dikin ku destê xwe ji ser şaredariyên HDP'ê bikişînin. Ji kerema xwe re hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Gel destûr nade ku hûn têkevin navbera vîna wan û wan bi xwe. Mijareke din girtina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol e. Huseyîn Aykol ji ber nivîsê xwe rastî 3 sal û 9 meh ceza hatiye. Divê Tirkiye vê şermê zû ji ser xwe bavêje û ji bo berdana rojnamegeran bi lez guhertinên zagonî rast bike. "
PENABER RASTÎ ÊRÎŞÊN NIJADPEREST Û CUDAKARIYE TÊN
Kubilay, bal kişand ser rewşa penaberên hatine Tirkiye û wiha berdewam kir: "Di demên dawî de penaber rastî êrîşên nijadperest û tundiyê tên. Zarokên wan rastî îstîsmara zayendî tên. Mafê wan tê binpêkirin. Sedema kûrbûna krizê wekî penaber tên nîşandan û penaberan tawanbar dikin. Zimanê îktîdarê ku wekî bi milyonan dolar li wan xerç dike nîşan dike û vê yekê jî wekî sedema krîza aboriyê nîşan dide. Lê ne wisa ye. Ev pereyê ku Ewropa ji wan re dişîne ye. Wekî ku penaberî tune be dê betalî tune be nîşan dide. Wekî ku penaber tune be wê xizanî tune be. Bi vî rengî agahiyan şaş belav dike û şolî dike. Li Tirkiye nêzî 3 milyon û 6 hezar penaberên Suriye bi giştî 3 milyon û 9 hezar penaber hene. Di navbera karkerên bi qeyd û karkerên bê qeyd de hêjmarek pir zêde ye. Di navberê de 6 milyon û 500 hezar karkerên bê qeyd hene. Divê ev rastî jî bê zanîn. Ev nîşan dide ku pirsgirêka betaliyê ne penaberên Sûriye ne. Mafê karkeran ê civakî, tenduristiyê, rêxistinbûnê tune. Mînaka vê yekê jî karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ye. Îro karkerên înşaetê di navbera 12-14 saetan de kar dikin. Ev rewşa kar a li Tirkiye nişan dide. Berpirsiyarê vê yekê ne penaber in. Di encamê de Tirkiye welatekî kapîtalîst e. Li welatê Kapîtalîst artêşa karkerên betal heye. Kedxwariya karkeran heye."
BERPIRSIYORAÊ 301 KARKERÊN LI SOMA MIRIN NE PENABER IN
Kubilay, herî dawî da zanîn ku berpirsiyarê çala mirinê ya kana komirê û kana komirê ya Soma ku 301 karkerên komirê têde jiyanax we ji dest dan ne penaber in û wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku bi penaberan re di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin. Ew ne biyanî ne. Ew welatiyên vî welatî ne."