AMED - Rêveberê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîka (DBP) yê navçeya Pîranê Recep Ateşmen, di serdegirtina malê de bi lêdanê hat binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala Rêveberê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Pîran a Amedê Recep Ateşmen ê li Taxa 15 Temmûzê rûdine de girtin. Gelek polîs û hêzên taybet ên bi ser malê de girtin, deriyê malê şikandin, lêgerîn kirin û hemû alavên malê belav kirin.
Hat diyar kirin ku polîsan Ateşmen kirine odeyek xanî û derp kirin. Polîsan dûre Ateşmen bi lêdanê binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Pîranê.