WAN - Li bejahiya navçeya Şaxê ya Wanê agir bi zeviyan ket.
Duh li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Şaxê ya Wanê ji ber sedemeeke ne diyar agir bi qadek daristan ketibûn. Koma Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû cihê bûyerê û agir vemirandibû.
Îro jî serê sibehê li taxa Komiran a navçeyê agir bi zeviyên herêma goristanê ket. Şewata ku ji ber sedemeke nediyar derket ji aliyê welatiyan û Koma Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat vemirandin.