ŞIRNEX - Der barê dosyeya Bunyamîn Îrcî yê 14 salî de ku di dema qedexeya li Cizîrê hat îlankirin de hat kuştin, hat derpêşkirin ku kiryar nehatine dîtin û "Biryara Lêgerîna Daîmî" hat girtin.
Li Cizîr a Şirnexê cara ewil qedexeya derketina derve di 4-12'ê Îlona 2015'an de hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de di 11'ê Îlonê de Bunyamîn Îrcî yê 14 salî hatibû kuştin. Serdozgerê Komarê yê Cizîrê ji bo mirina Îrcî lêpirsîn dabû destpêkirin û demek berê jî lêpirsîna wî temam bû.
EMNIYET: DÎMENÊN KAMERAYÊ NEHATIN DÎTIN
Lêpirsîn bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" hatibû destpêkirin. Li gorî îfadeyên şahidan polîsan li nav kuçeyê Îrcî kuştiye û wexta bi birîndarî çûye malekê miriye. Di dosyeya lêpirsînê hin nivîsên ku Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ji dozgeriyê re şandin jî hene. Emniyetê di fezlekeya şand de, ji bo Îrcî got: "Bi kesên ku bi hêzên ewlehiyê re şer kirine tev geriyeya." Li ser vê dozgeriyê dza dîmenên der barê bûyerê de kirin, lê belê emniyetê diyar kir ku dîmenên kamerayan nehatine dîtin.
Di beşa "Girteya Lêkolîn û Nirxandinê" ya dosyeyê de hat diyarkirin ku di lêpirsîna qeydê ya Îrcî de tu qeyd û lêgerîn nehatine dîtin.
DEMA DEMBORIYÊ: 2040
Dozgeriyê, der barê vê dosyeya ku kesek jî wekî gumanbar tê de cih nagirin "Biryara Lêgerîna Daîmî" girt. Di biryarê de dema demboriyê 25 sal, yanî heta 11'ê Îlona 2040'î hat diyarkirin û dozgeriyê ji bo vê biryarê got: "Tevî hemû lêkolînan jî kiryar nehatiye dîtin an jî agahiyên aşkere yên nasnameyî yên kiryaran nehatine tespîtkirin."
CEMÎLE, SELMAN, ABDULAZÎZ...
Heta niha der barê dosyeya gelek kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dane de biryarên bi vî rengî hatine girtin. Ji van kesan hin jê ev in; "Meryem Sune ya 53 salî, Mehmet Erdogan ê 75 salî, Cemîle Çagirga ya 10 salî, Selman Agar ê 9 salî, Hakki Kulte yê 13 salî, Huseyîn Erte yê 16 salî, Abdulazîz Yûral..."
MA / Gokhan Altay