WAN - Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 89 sal derbas bûn. Osman Îlerî yê 105 salî ji bo wê rojê dibêje "qiyamet bû, zilm bû" û Tahir Nas ê 101 salî ku bi birîndarî filitîbû jî diyar dike ku kesên xwe ji çekan diparastin û xwe di bin cenazeyan de vedişartin jî yeko yeko dihatin singûkirin û kuştin.
Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 89 sal derbas bûn. Di 13'ê Tîrmeha 1930'yî de li Geliyê Zîlanê 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes jî hatin kuştin. Kesên di ji komkujiyê bi saxî filitîn û niha sax in tiştên wê demê qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.
‘JI BÎRA MIN NAÇE'
Yek ji kesên ji komkujiyê bi saxî filitiye jî Osman Îlerî yê 105 salî ye. Îlerî li Taxa Exs a Erdîşa a Wanê dijî. Wexta komkujî pêk hat 15 salî bûye. Îlerî dibêje:
"Di dema komkujiyê de em li zozana Kaniya Pûçê bûn. Gundên li jêr ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Leşkeran li gundê Dogancî, Şahbazar û Hasanabadalê cihek çêkiribûn. Ji gundiyan gelek jê biribûn wira. Paşê bi makîneyên li ser girekî bi cih kiribûn ew guleberan kirin. Wexta em çûn wir, her kesî kuştibûn. Paşê bi teyareyan bombe reşandin. Bombe li erdê ket lê neteqiya. Belkî ew bombe hîn jî di bin axê de be. Paşê teyare berê xwe da gundê Zoravayê û ji wir jî berê xwe da herêma Kendal Beşkê. Teyareyê bombe avêt nav dewaran. Heywan hemû mirin. Li wir gelek eks jî mirin. Paşê teyare çû. Ew der qiyamet bû, zilm bû. Qet ji bîra min naçe. Te dît behsa komkujiya Dêrsimê dikin, eynê wekî komkujiya Dêrsimê bû. Jinên ducanî dikuştin. Leşker ji bo zayenda zarokên jinên ducanî diketin behsê. Paşê jinikê dikuştin, nava wê diqelaştin û li zayenda zarok dinerîn."
500 KES FILITÎN
Îlerî, bilêv dike ku ji ber ew li zozanê bûne xelas bûne û dibêje wexta ew hatine gund dîtine ku her der hatiye şewitandin.
Îlerî, diyar dike ku ji ber vê tu tişt hilnegirtine ser xwe û ji gund derketine û şevekê li derdora gund mane û dibêje: "Em 500 kes bi rojan ber bi Erdîşê ve meşiyan. Ên dostên wan hebûn çûn cem dostê xwe û em jî çûn gundê Koçkopruyê. Şivantî dikirin. Her wiha kesên hatin navçeyê jî paşê sirgûn kirin û şandin Edeneyê. Ji ên hatin sirgûnkirin hin jê xizmên me bûn. Kesên hatin sirgûnkirin bi efûya di dema Menderes de vegeriyan."
Yek ji kesên ji komkujiyê filitî jî Hacî Tahir Nas ê 101 salî ye. Niha Nas di nav nivînan de ye. Wexta komkujî pêk hat ew 12 salî bû û mala wî li gundê Pelexaliyê bûye.
'GOTIN 'BIBIN JOrê Û BIKUJIN''
Nas, wiha behsa wan rojan dike: "Bi navê Dervîş Beg Fermandarê Alaya Xarpêtê hebû. Piraniya kurdan jî leşkerên wî bûn. Tevî alayeke leşker pêşî hat Agiriyê û paşê çû Geliyê Zîlan. Li wir 24 gund qir kirin. Ji Xoçaliyê heta Karakilîse û Hasanabdalê çend gund hebûn hemû şewitandin û hatin gundê me. Leşkerên hatin gund pêşî xwarin xwarin. Paşê jî jin û mêran ji hev qetandin û me birin robarê li kêleka gundê Sarkoyê ye. Hema bêje li qadê 2-3 hezar kes hebûn. Em zarok ji ber di hemêza diya xwe de bûn em bi xwe bawer bûn. Li wir Dervîş Beg çek di devê gundiyekî de teqand û înfaz kir. Ji bo me jî got 'wan bibin jorê û bikujin.' Me hemûyan birin devereke di navbera gundê Mulk û Kundik de. Jin, zarok, ciwan kirin qîrîn. Paşê leşkeran makîneyên giran li ser gir bi cih kirin û gotin 'em di ser we re bera hewayê bidin nerevin.' Keya jî ji me re got, nerevin. Paşê leşkeran em gulebaran kirin û her kesî kuştin. Dema leşkeran çek teqandin zarok wekî mirîşkên serê wan bên jêkirin dipengizîn. Hin kes ji ber di bin termên miroavn de man filitîn. Min ev hemû bi çavên xwe dîtin."
Li gorî dibêje ji van kesan yek jê jî ew bi xwe ye. Nas, dibêje wê rojê du fîşek li canê wî dikevin: "Dema fîşek li lingê min ket, ketim erdê. Paşê jî ber bi gir ve çûm. Li wir min û çend kesên wekî min filitîbûn me tiştên diqewimîn temaşe dikir. Apekî min ê kulek hebû. Li wir bang li apê min kirin gotin 'têkeve bin termekî.' Ew jî tevî keça xwe ya di hemêza wî de ket bin termekî. Lê paşê dîsa ew gulebaran kirin û kuştin. Li wir min ew temaşe dikirin. Dû re leşkerekî fîeşk bera min jî da, lê li min neket."
KESÊN SAX YEKO YEKO HATIN SINGÛKIRIN
Nas, bilêv dike ku kesên bi saxî filitîn jî di nav termên mirovan de direviyan. Nas, diyar dike ku paşê leşker hatine cem cenazeyan û kesên hîn nemiribûn yeko yeko singû dikirin û dikuştin. Nas: "Ristikên di gerdena jinan û hingulîskên di tiliyên wan de hemûyan hilgirtin. Jineke ducanî hemû bi qasî du metreyan dûrî min bû. Leşkeran bi singûyan li nava jinikê xistin. Dema nava wê qelişî zaroka wê ket erdê. Dema leşkerekî xwe xwar kir û hewl da hingulîska jinikê ji tiliya wê derxîne, jinik pehînek lêxist û paşê mir. Hingulîska wê jinikê heta hat veşartin jî di tiliya wê de bû. Di wê komkujiyê de diya min jî hat kuştin."
Nas, dibêje ku piştî leşker vekişiyane, mirov bi gayan ji gundê Boynizê hatine û cenaze berhev kirine.
'GUND HATIN VALAKIRIN'
Nas, bilêv kir ku di komkujiyê de ji hin malbatan tu kes namen û yên sax man jî hatine sirgûnkirin û herêma Geliyê Zîlan hatiye valakirin.
MA / Mujdat Can