‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'

img

MÛGLA – Gelek kesên ji bo debara malbata xwe bikin û heqê dibistana xwe derxînin ji warên xwe berê xwe dan Bodrûmê, ji şert û mercên bêewle û giran ên karî nerazî ne. Karkerên, di qawîşên 10-15 kesî de dimînin bilêv kirin ku di cejnê de jî nikarin biçin cem malbatên xwe. 

 
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û betaliyê, gelek kesên li warê wan kar bi destê wan nakeve berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û li ser înşeatan, di atolyeyên tekstîlê de, li nav baxçeyan dixebitin. Ji van kesan hin jê berê xwe dane Bodrûm a Mûglayê û li ser înşeatan dixebitin. Karkerên ku di şert û mercên giran de dixebitin, diyar kirin ku heqê keda xwe nastînin lê ji mecbûrî dixebitin. 
 
Aydin Çelîk (30) ku ji Wanê ji bo kar berê xwe daye Bodrûmê, diyar kir ku bi salan e li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebite û di qawîşên karkeran de dimîne. Çelîk, got: "Mixabin em ji ber şert û mercên aboriyî hatine van deran. Ji zarokatiya xwe ve diçim bajarên rojavayê Tirkiyeyê û di sektora îneşatê de dixebitim. Helbet min jî dixwest li bajarê xwe li cem malbata xwe bim. Lê ji roja me çavê xwe vekiriye em xizan in. Ji ber wekî din titek ji destê me nayê em ji mecbûrî li vira dimînin." 
 
Çelîk, diyar kir ew di qawîşeke 10-15 kesî de dimînin û heqê kirêya vê qawîşê jî didin. Çelîk, got: "Zivistanê şert û emrc girantir dibin. Paqijî tune ye. Hema bêje di her qawîşekê de lavabo û serşoyek heye û her kes wan bi kar tîne. Cihê xwarinê û cilşoyê heman cih e. Şert û mercên em tê de dimînin ne pir hîjyenîk e." 
 
SALÊ CAREKÊ DU CARAN ZAROKÊN XWE DIBÎNE 
 
Mehmet Yildiz jî ji Giyadîn a Agiriyê hatiye û 16 sal in li ser înşeatan dixebite. Yildiz, behsa şert û mercên tê de dixebitin û dijîn kir: "Zewicandî me û du zarokên min hene. Car heye 6 mehan carekê an jî salê carekê malbata xwe dibînim. Kî tiştekî wisa dixwaze? Şert û mercên me li ber çava ne. Car heye du rojan av tune ye. Wê çaxê jî em bi tankêran avêd ikişînin. Em mehê 500-700 lîreyî didin heqê van qawîşan. Yanî fiyetê wan jî lig orî şert û emrcan diguhere. Li vira gelek kes jê bêsîgorte dixebitin. Hin jê jî naxwazin. Belê, em dizanin şert û merc nebaş in lê em ji bo nanê xwe li vira ne." 
 
‘DIZANIM EV NE QEDER E LÊ...' 
 
Nîmet Yildiz jî, 23 sal in li ser îneşatan dixebite û xizmê Mehmet Yildiz e. Yildiz, bilêv kir ku piraniya karkerên li vira xizmên hev in û her sal heta dawiya serdê li vira dixebitin û paşê diçin bajarê xwe. Yildiz, ji bo hatina vira û şert û mercên xebatê got: "Dizanim ev ne qeder e." 
 
‘NE JI MECBÛRÎ BE WÊ KÎ BÊ VA DERA' 
 
Erdal Çayla yê 24 salî jî, anî ziman ku ji 12 saliya xwe ve li ser înşeatan dixebite. Çayla, diyar kir ku rojê 100-120 lîre bi dest wî dikeve û got: "Em 8 xwişk û bira ne. Ji mecbûrî dixebitim. Ji ber li hêla me kar tune ye em ji mecbûrî tên van dera. Gelek kes ji me nêzî du sal in malbatên xwe nedîtine. Di cejnê de jî em neçûn. Malbata me li wir, em li vir in." Her wiha Çayla destnîşan kir ku ew heqê keda xwe nastînin û ji bo vê rewşê got: "Ne xema kardêra ye. Eger xema wan bûna jixwe em ê ne di vî halî de bûna. Ne ji mecbûrî be ma wê kî li vira bimîne." 
 
MA / Esra Solin Dal

Sernavên din

13/07/2019
10:14 Biryareke mînak a ji nû ve darizandinê
09:55 Li Enqereyê 3 kes hatin binçavkirin
09:54 Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin
09:02 Ji ber li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin doz li wan hat vekirin
09:02 3 sal in 921 malbat bê mal in
09:01 'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'
09:01 Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand
09:01 Hevşaredarên HDP'î: Em ê hewl bidin jinên hepsî malê hatine kirin xwedî gotin bin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2019'AN
12/07/2019
18:53 Mîr Dengîr Firat li Goristana Karşiyakayê hat veşartin
18:45 Hevseroka HDP'a Alanyayê Dalgiç hat girtin
16:52 Dîyar Xerîb bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn
16:09 Ji rojnameger Aykol peyam: Teqez bedela tiştên xweş heye
15:49 ‘Tirkiye ji bo parêzer û rojnamegeran bûye welatek talûke’
15:34 Derket holê ku Qada Spîndaran aydî Vakfa Pêşxistina ODTU ye
15:33 Piştî êrîşa li dijî notirvanan 9 kes hatin binçavkirin
15:00 Sariyildiz: NY erka xwe bi cih nayîn û cesaretê dide hikumetê
14:52 Ji Şaredariya Cizîrê biryara 8'ê Adarê û Newrozê
14:46 'Pênûsa Aykol pênûsa Musa Anter e nayê bêdengkirin
14:38 5 meh in ‘biryara nepeniyê’ li ser dosyeya Sîncar e
13:51 Cezayê girankirî dan bavê ku lawê xwe kuşt
13:11 Di doza Pirsûsê de dadgehê dîmen û qeydên deng daxwaz kir
13:04 Ji bo 'avêtina mezin' a Heskîfê bang kirin
12:55 Cenazeyê HPG’iyan 40 rojin li qada operasyonê tê rawestandin
12:53 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
12:53 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Emê Dengî Firat ji bîr nekin
12:22 ÎSÎG'ê rapora jahrîbûnê aşkere kir
12:10 Bi sewqiyata ber bi sînorê Rihayê ve çi tê armanckirin?
12:01 Li Sêrtê 6 kes hatin binçavkirin
12:00 Fermandarê qereqolê ji eskeran re gotiye ‘Çima hûn van nakujin’
11:50 Wezareta Parastina Milî: Teslîm kirina S-400 dest pê kir
11:38 Kubilay: Berpirsiyarê krîza aborî ne penaber in
11:23 Rêveberê DBP’ê bi lêdanê hat binçavkirin
10:54 Rojnameger, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstan bertek nîşanî girtina Aykol da
10:46 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:45 Malbat ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê serlêdan kirin
10:38 Li Şaxê şewata daristan û zeviyan
10:38 Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji NY re name şend
10:24 Yekemîn dewreya havînê ya Jineolojiyê li Minbicê dest pê kir
10:18 Tercîha kesên ku dixwazin piyê xwe hênik bigirin: Yemenî
10:14 Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine
10:13 Rojnameger Hacioglu: Ji bo cîhanek xweştir emê bêtir têbikoşin
09:21 Nameya Kiliç ê li hepsê dawî li jiyana xwe anî derket holê
09:19 Dosyeya Îrcî yê 14 salî jî xistin nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:18 Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan: Qiyamet bû, zilm bû!
09:17 Ji ber nimêja înê ya sivîl 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn
09:17 ‘Ji mecbûrî em di van şert û mercan de dixebitin'
09:16 Li warê çandiniyê rewşa cotkaran ne tu rewş e!
09:15 Vegeriyan gundê xwe lê...
09:14 Taşdemîr: Wê pêşengê rêya sêyem jin bin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:25 Dengîr Mîr Mehmet Firat jiyana xwe ji dest da
07:26 Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
11/07/2019
18:06 Rojnamevan Huseyîn Aykol birin girtîgehê
17:16 TGS û DÎSK: Huseyîn Aykol berdin
16:12 Doza qeymeqam Safiturk ji nûve hat dîtin
16:03 Bavê ku bi destûr ji girtîgehê derket kurê xwe ji dayika wî revand!
15:24 Xwendekarên ODTU partiyên siyasî ziyaret kirin
15:23 Kurdistanî dengê xwe bi radyoyan radigihînin: Me bi parêzin
15:09 Temellî: Niha dem dema demokrasiya radikale
14:49 Çiyayê Mazî wergeriya xweliyê: Zindewer bi saxî şewitîn
13:10 HDP’ê şandeyek şand Licê
13:09 Rojnameger Huseyîn Aykol hat binçavkirin
11:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
11:23 Beştaş: Divê demildest paketa darazê bixin rojeva Meclîsê
11:03 YSK'ê encamên Hilbijartina Stenbolê aşkera kir
10:58 HDP dest bi seferberiya gelek mijaran dike
10:53 Serokê dadgeha doza Geziyê guherî
10:34 Alî Îsmaîl Korkmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
10:34 Hevşaredarê Gogsiyê û encûmenên şaredariyê hatin binçavkirin
10:29 Li Licê zeviyên çandîniyê bûn xwelî
10:21 Polîsan li Mehsertê nivîsa ‘Pêşî Peya’ asteng kirin
10:16 Wezîrê berê Gunay: Pêwistî bi lihevkirinên mezin heye
09:59 Li Edene û Antalyayê 8 kes hatin binçavkirin
09:55 Gundê Sûryaniyan Killit li benda şênbûnê ye
09:06 Girtiyên li dijî zextan derdikevin wan diavêjin hucreyan
09:05 90 sal in goristana ermenan diparêzin
09:05 Li Amedê Rojên Fîlmên Gerok Yên Jina dest pê dike
09:03 Leyla Guven: Dema min sond xwar hemû jin hatin ber çavên min
09:03 Ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê sektora hêkan top avêt
09:02 Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne
09:01 'Wê li Qereyaziyê deng û rengê jinê kêm nebe'
09:00 Temel: HDP, cihê kesên ne mecbûrî du blokan bixwe ye
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2019'AN
10/07/2019
19:14 Guven: Niha derî li ser kêlekê ye, ji niha û pê ve girêdayî hewldana me ye
17:13 Yên di facîaya Soma de xelas bûn, ji bo tazminatê meşiyan
16:48 Li Bûrsayê jinek bi derpkirinê hat qetilkirin
16:41 Karkerê bi ceryanê xwe zeliqî jiyana xwe ji dest da
16:34 Malbata Aydemîr têkildarî mirina keça xwe li rayedarên nexweşxaneyê gilî kirin
16:06 Traktorek qelibî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:05 Çiyayên Cûdî û Mazî dişewite!
15:35 Gundên Licê di bin gulebaranê de ne: Agahiyê ji gundiyê birîndar nayê girtin
15:28 Dayikên Aştiyê bang li Barzanî kirin: Ne xizmeta şer xizmeta aştiyê bike
15:10 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên Meclîsê kir
15:09 21 rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê bertek nîşanî SETA’yê dan
14:20 Kozagaçli: Ewraqên dozê nîşanî min nadin
14:09 Danişîna Şûle Çet dest pê kir
13:04 Hat angaştkirin ku girtiyê nexweş Başaran hatiye derpkirin
13:04 Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin
13:03 HDP'iyan Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn