QAMIŞLO - Di teqîna li taxa Wistayê ya bajarê Qamişlo de 12 kes birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.
Li Bajarê Qamişlo saet di 17:45‘ê 11'ê Tîrmehê de li taxa Wistayê teqînekê rû da. Di teqînê de 12 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dan ANHA teqîn di 17.45'ê 11'ê Tîrmehê de li Qamişlo pêk hat û 12 kes birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku li nexweşxaneya El-Rehma; Yasîn Loqa û Bersum Hesîn, Semîr Silêman, Samî Îdo, Fehîma Şemûn, Elîza Îsa û birîndarek din navê wî nehat naskirin û li nexweşxaneya Dar E-Şîfa; Kurdî Îsa, Dawid Danyal, Josef Yakûp û ji nexweşxaneya El-Selam Yasmîn Loqa û Gorya Hena tên dermankirin. Li gorî xebatkdarên nexweşxaneyan rewşa hemû birîndaran baş e.