STENBOL - Serokê TGS’ê Gokhan Dûrmûş û Serokê Karê Çapemeniyê DÎSK’ê Farûk Eren, bertek nîşanî binçavkirina rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol dan û xwestin Aykol demildest bê berdan.
Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin Huseyîn Aykol, li mala xwe ya li Enqerê di saetên nîvro de hat binçavkirin. Aykol ê bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” 3 salî û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, birin Edliya Rojava ya Sîncanê. Li bendê ye ku dadgeh cezayê Aykol li rûyê wî bixwînê û wî bişîne Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.
Serokê Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren û Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş xwestin ku Aykol bê berdan.
‘BI ÎNAD RASTIYÊ DINIVÎSIN’
Serokê Kar-Çapemenî yê DÎSK’ê Farûk Eren, diyar kir ku ev demek dirêje rojnamegertî dibin zextên desthildariyê deye û wiha axivî: “Ligel hemû zextan jî, rojnameber hewl didin rastiyan ragihînin. Hikûmeta AKP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike pêdivî bi derewan dibîne. Ji bo ku van derewên xwe dewam bike jî, hewl dide çapemeniyê bêdeng bike. Lê ligel vê yekê jî, rojnamegerên dengên xwe derdixin, bi înat rastiyan dinivîsin û ji raya giştî re radigihînin.”
‘DI ÇAPEMENIYA AZAD DE ROLEKÊ WÎ YÊ MEZIN HEYE’
Eren, da zanîn ku kedeke mezin a Aykol di çapemeniya azad heye û wiha got: “Kekê Huseyîn bi salane rojnamegertiyê dike. Di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de ceza lê hat birîn. Ji bo me tu girîngî û wateya vî cezayî tuneye. Em hêvî dikin ku neyê girtin û demildest bê berdan. Em hêvîdarin ku li rojnamegerên girtî, rojnamegerek din zêde nebe û keke me Huseyîn bê berdan.”
'EM DIXWAZIN BI AZAD NÛÇEYÊN XWE ÇÊKIN’
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî, xwest Huseyîn Aykol bê berdan û wiha axivî: “Binçavkirina Huseyîn Aykol, tê wê wateyê kul i vî welatî ji bo rojnamegeran tu tişt nehatiye guhertin. Bila li Tirkiyeyê rojnameger neyên girtin û bi awayekê azad nûçeyên xwe binivîsin. Ji bo vê yekê em têdikoşin. Em dixwazin Huseyîn Aykol demildest bê berdan û xebatên xwe berdewam bike.”