STENBOL - Ji aliyê HSK'ê ve bi biryarnameyekê cihê gelek dozger û dadgerî guherî. Serokê 30'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê Ûtkû Ercan ku li doza geziyê dinêrt, tayînî serokatiya 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat kirin.
Ji aliyê Lîjneya Dozger û Dadgeran (HSK) ve cihê 3 hezar û 358 endamên darazê yên edlî û 364 endamên darazê yên îdarî, bi biryarnameyekî guherî. Bi biryarnameyê di heyeta 30'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ku li doza Geziyê dinêre de jî guhertin pêk hat. Serokê dadgehê Ûtkû Ercan tayînî serokatiya 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat kirin. Ercan, di yekemîn rûniştina doza karsaz Osman Kavala û bersûcên din de cih negirtibû. Dadger Mahmût Başbûg ku bi bervedarî serokatiya heyeta dadgehê kiribû û şer danîbû ser biryara berdewama girtina Kavala jî tayînî serokatiya 30'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat kirin.