HATAY - Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Gezî de hat kuştin, li ser gora xwe ya li Hatayê hat bibîranîn.
Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Gezî de li Eskîşehîrê bi lêdanê hat kuştin, di salvegera mirina xwe de, ji aliyê Weqfa Alî Îsmaîl Korkmaz (ALÎKEV) ve li bajarê ji dayîk bibû, li ser gora xwe ya li Goristana Asrîn Ekîncî ya navçeya Anatkaya hat bibîranîn. Dayika Korkmaz Emel Korkmaz, bavê wî Şahap Korkmaz, birayê wî Gurkan Korkmaz, dayika Abdullah Comert ê di dema çalakiyên Parka Gezî yên li Hatayê de, ji aliyê polîsan ev hat kuştin Hatîce Comert û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Kesên ku beşdarî bîranîna Alî Îsmaîl Korkmaz bûn, çîçeek û rihan dandin ser gora wî. Bavê Korkmaz Şahap Korkmaz li ser gora kurê xwe axivî û got: “Em spasiya xwe pêşkêşî hemû kesên li gel me cih girtin dikin. Em hêvî dikin ku canê kesên dilê me şewitandin jî bişewite û heman êşê bijîn.”
Birayê Korkmaz Gurkan Korkmaz jî, anî ziman ku tişta Alî Îsmaîl dixwest bike wî û hevalên wî kirin û wiha got: “Bi avakirina komeleya ALÎKEV em hewl didin piştgiriyê bidin perwerdeya ciwanan, projeyên çand û hûnerê.
Dûre li Şanoya Amfî Sumerler a li navenda Antakya komeleya ALÎKEV şeva biranînê li dar xist. Dayika Korkmaz Emel Korkmaz di şeva bîranînê de axivî û wiha got: “Alî Îsmail ne miriye û ew dijî.”