MÊRDÎN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xwest li navçeya Mehsertê li ser rê ji bo çûnehata welatiyan hêsan bike nivîsa “Pêşî Peya” binivîsîne lê polîsan nivîsandinê asteng kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li navçeyên Mêrdînê li ser kolanên navenda bajaran ji bo çûnehata welatiyan a di trafîkê de hêsan bike dest bi nivîsandina nivîsên hişyariyê kir. Şaredarî van hişyaran bi kurmancî û tirkî dinivîsîne. Şaredariya Mêrdînê xwest li navçeya Mehsertê jî li ser cadeyê “Pêşî Peya” binivîsine. Polîsên emniyeta Mehsertê nehiştin hişyariya bi kurmancî bê nivîsandin û asteng kirin. Hat zanîn ku tu hêncet nîşanî astengkirina nivîsê nedane.
‘BI GIRTEKÊ GEF XWARIN’
Serokê Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Bahrî Çevîren jî astengiya polîsan a ji bo nivîsandina kurmancî piştrast kir û got: “Polîsan xwest tenê em bi tirkî binivîsînin. Komên me di nivîsandina kurmancî de israr kirin. Lê belê polîsan destûr neda. Bi nivîsandina girtekê gef xwarin.”
Çevîren da zanîn li ser vê yekê tenê bi tirkî nivîsandine û neçar mane vegerin û vê yekê wek bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî binav kir.