EDENE – Li Edeneyê û Antalyayê bi îdiaya “Propaganda DHKP-C’ê kirine” 8 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da destpêkirin vê serê sibehê polîsan li Edeneyê û Antalyayê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên tîmên taybet deriyên malan şikandin û ketin hundiran. Polîsan dest danî ser gellek eşyayên dîjîtal. Piştî lêgerîna li malan ku her tiştî li nava hev xistin 8 kes bi îdiaya “Propaganda DHKP-C’ê kirine” hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.