MÊRDÎN – Gundê Kilît ê girêdayî Stewrê yek ji gundê Sûryaniyan e. Li vî gundî dêrên ku ji sê mezhebên Xirîstiyaniyê re malovaniyê dikin hene. Gundê Kilîtê dîsa li benda şênkirinê ye.
Yek ji gundên dîrokî yên Sûryaniyan jî gundê Kilîtê ya girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ye ku li ser rêya Stewrê û Midyadê ye. Dîroka gundê Killitê dirêjî Piştî Zayînê (P.Z.) sedsala 4’emîn dibe. Malên vî gundî bi mîmariyek dîrokî û xweşik hatine çêkirin. Li vî gundî îbadetxane ango dêrên malovaniya ji sê mezbehên Xirîstyaniyê re dikin hene. Lê rewşa ku ev îbadetxane ketinê dilê mirovan dişewitîne. Gundê Killitê ku bi xweşikî û dîrokiya xwe tê nasîn dîsa li benda şênkirinê ye.
Di salên 1960’an de şêniyên gund derketin û koçberiya ber bi Ewrûpayê ve dest pê kir. Di salên 90’î de jî ji ber rewşa awarte û rewşa şer gund bi temamî hat valakirin. Her çiqas di sala 2005’an de vegera gund dest pê kiribe jî lê niha her çiqas 17 malbat lê bijîn jî hejmara malbatên li gund her tim 3 malbat tê zanîn.
Li gund dêrên Protestan, Katolîk û Ortodoks hene. Her wiha li gel dêran, li gund 3 heb manastirên dîroka wan dirêjî du hezar sal berê dibê hene û ev manastir hatine wêrankirin. Li gund nêzî 30 sal berê mizgeft tê çêkirin û heta niha mirov dikare bêje nehatiye bikaranîn û mizgeft wisa disekine.
Keyayê gundê Samî Dal derbarê gund de agahî dan ajansa me û got bendewariya wan ew e ku gundî vegerin û ji nûve dîsa li gund bi cih bibin. Dal da zanîn ku ji bo gund ji nûve şên bibe divê gav bên avêtin û xwest ew rojên berê li gund zindî bibin.
Yavuz Demîr jî yê behsa gundê xwe kir anî ziman ku di salên 90’î de gund bi temamî hatiye valakirin û pişt re bûye hedefa kesên li xezîneyê digerin. Demîr diyar kir ku ji ber kolandina xezînevanan binê malên gund vala bûye û bi demê re hilweşiyane.
Şaredariya Stewrê ya di bin rêveberiya HDP’ê de jî ji bo li Killitê projeya çandiniyê bixe meriyetê dest bi amadekariyan dike.
Yek ji piştevanê projeyê Parlamenterê HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk ê Suryanî diyar dike ku ji bo proje çandiniya herêmê ji nûve zindî bike û bi navbeynkariya koperatîfan li ser peya bê girtin xwedî girîngiyek xwe heye.
MA / Ahmet Kanbal