XARPÊT – Rojda Amaç çû hevdîtina hevjînê xwe Sînan Amaç ê li Girtîgeha Xarpêtê û got di hefteyek dawî de zext zêde bûne û gardiyan bi ser qawîşan de digirin li girtiyan şidetê dikin û yên li dij derdikevin jî diavêjin hucreyan.
Saziya Cezayê Înfazê ya Xarpêtê li Tirkiyeyê 4’emîn girtîgeha mezin e û li bajarên herêmê jî mezinttîr girtîgeh e. Ji 2017’an vir ve bi binpêkirina mafan tê nasîn û ji rojevê nakeve. Hat ragihandin li Girtîgehên Jimarên 1’an û 2’an a Ewlehiya Bilind di nava hefteyekê de îşkence li girtiyan tê kirin û wan diavêjin hucreyên yek kesî.
Xizmên girtiyan ên çûn hevdîtinên qewimînên li girtîgehê ragihandin.
Rojda Amaç roja duşemê çû hevdîtina hevjînê xwe Sînan Amaç ê li Girtîgeha Xarpêtê. Amaç anî ziman ku hevjînê wê gotiye hefteyek berê zextên li dijî wan dest pê kirine û got: “Gardiyan bi şev û roj di qawîşên wan de digirin. Qawîşan li hev dixin. Li girtiyan didin. Cilên li ser wan diqelêşin. Girtiyên li dijî zext û serdegirtinê derdikevin jî îşkence li wan tê kirin û wan diavêjin hucreyên yek kesî.”
BANG LI WEZARET Û SAZIYÊN SIVÎL DIKE
Amaç destnîşan kir ku wan têkildarî binpêkirina li girtîgehê daxwazname şandine miduriyeta hepsê lê guh nedanê û wiha got: “Heya kesî ji tiştên li wir pêk tên nîne. Her tim zext û işkence li girtiyên siyasî yên li Xarpêtê tê kirin. Di serî de Wezareta Dadê û hemû rêxistinên civakî yên sivîl ji bo bi girtîgehê re eleqedar bibin û guh bidin qîrîna girtiyan. Ji bo zextên li ser girtiyan rabin divê demildest bikevin tevgerê.”
JI AGAHÎ DAYÎNÊ REVIYAN
Ji bo van angaştan em li Girtîgeha Xarpêtê bi telefonê geriyan û rayedarên girtîgehê ragihandin ku ew naxwazin agahî bidin.