AMED - Li Amedê 90 sal in malbateke ermenî bi tena serê xwe Goristana Qedîm a Ermen-Suryaniyan ji defînegeran diparêze.
Piştî qirkirina ermeniyan li gelek deverên Tirkiyeyê mal û milkên ermenan an hatin îstimlaqkirin an jî bi destê dewletê tahsîsî hin malbatan hatin kirin. Her wiha gelek dever û goristanên ermeniyan jî bûn hedefa defînegeran. Yek ji deverên ku bûye hedefa defînegeran jî Goristana Qedîm a Ermenî-Suryaniyan a Amedê ye.
Kesên li navenda Amedê dijiyan û ji qirkirinê filitîn, 15 sal piştî qirkirinê ji malbata Îlkiliç a ermenî ku li Pasûr a Amedê dijî xwestin goristanên wan biparêzin. Malbata Îlkiliç jî ji sala 1930'yî ve Goristana Qedîm a Ermen-Suryaniyan ji defînegeran diparêze. Ozguner Îlkiliç ku peywira parastina goristanê ji kalikê xwe Abdûlazîz, ji apên xwe Adem û Edîp Îlkiliç û ji bavê xwe Ramazan Îlkiliç dewr girtiye, 12 sal in goristanê diparêze.
Ozguner Îlkiliç, dema 38 salî bûye ev pewyir girtiye ser xwe û tevî 6 zarokên xwe li mala ku di goristanê de hatiye avakirin dijî. Îlkiliç, anî ziman ku heta sax be wê goristanê biparêze.
Îlkiliç, bilêv kir ku wî malbata xwe bi tevahiyî di Goristana Katolîkê de winda kiriye û ji bo heqê bav û kalên xwe û xaka xwe bide li goristanê nobetê digire. Îlkiliç, destnîşan kir ku ji bo goristanên xaçparêzan pirsgirêka herî mezin defîneger in û got: "Em li vira nobeta tiştekî ku tune ye digirin. Defîne tune ne, lê dîsa jî tên goran dikolin. Her roj bi çekan em nerihet dikin."
LI VÊ GORISTANÊ HATIYE DINYÊ
Îlkiliç, anî ziman ku li avahiya ku li nav gorê ye û tê de dijîn hatiye dinyê. Îlkiliç, bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe û ji ber gorê diparêze ew û zarokên xwe gelek caran bi taciz û heqaretan re rû bi rû mane û ew bi meaşê ku Şaredariay Bajarê Mezin a Amedê dide wan debara xwe dikin.
Îlkiliç, bilêv kir ku ji ber di nav Sûrê de dijîn tim bi rewşên talûke re rû bi rû dimînin û hema bêje her roj kesên nenas êrîşî goristanê dikin. Îlkiliç, got: "Em nahêlin lê belê dîsa hema bêje her roj êrîşî goran dikin." Îlkiliç, diyar kir ku gelek caran defînegeran bi çek, kêr û amûrên din êrîşî wî kirine û ji ber van êrîşan birîndar bûye. Îlkiliç, anî ziman ku sedema di van êrîşan de sax difilite ji ber bi boksê dizane. Îlkiliç, diyar kir ku bi saya boksê xwebawerîbûnek lê peyda bûye û got: "Ez nikarim vê derê ji her kesî re berdim. Ev der emanetê bav û kalên me ye."
GORISTAN NEYNIKA BAJÊR IN
Îlkiliç, diyar kir ku goristan neynika bajêr in û diyar kir ku ji bo malbat bi dîmenên xweş re rû bi rû bimînin ew tim goristanê paqij dike.
Îlkiliç, destnîşan kir ku wê piştî wî kurê wî Ramazan goristanê biparêze. Îlkiliç, diyar kir ku kurê wî niha diçe dibistana seretayî lê belê ji bo paqijkirina gorê tim alîkariya wî dike. Herî dawî Îlkiliç defîneger hişyar kirin û got: "Niha hema bêje canê min bûye wek xerîteyê, tu der nemaye derb nexwariye. Ji ber êrîşên defînegeran wiha bûye. Tenê dikarim ji wan re vê bêjim; 'Li vira tu xezîne mezîne tune ne.'"