ENQERE - Leyla Guven, bilêv kir ku wexta li Meclîsê sond xwariye Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên kitanspî û hemû jin hatine ber çavên wê û ji bo pêvajoya bê jî got, ew ê ji bo jiyaneke demokratîk li her qadê bixebitin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî salekê çû Desteya Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi xebatan kir. Guven, piştî sondxwarina li Meclîsê pirsên me bersivandin.
Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 200 rojî di greva birçîbûnê de ma, bilêv kir ku her diçe tenduristiya wê baştir dibe û got: "Li gor hevlên di girtîgehan de bisiûdtir im. Li gor wan rihetir xwe digihînim bijîşkan û hwd."
Guven ku got "Di greva birçîbûnê de em bi hêviya serketinê ketibûn rê" got: "Dema di girtîgehê de bûm gelê Colemêrgê ez hilbijartim. Di girtîgehê de min biryara vê çalakiyê girt. Min bilêv kir ku êdî gelê kurd tecrîdê qebûl nake, divê bêhiqûqîtiya heyî ji holê bê rakirin û bi vî awayî min dest bi çalakiya xwe kir. Paşê hem li girtîgehan hem jî li gelek deverên cîhanê hevalên min daxilî vê daxwazê bûn. Çimkî ev daxwaz milyonan bû. Birêz Ocalan gotibû 'Hêvî ji serketinê biqîmetir e.' Lê dîsa jî bi her awayî mirin jî tê de hebû. Di vê rêyê de belkî tiştên vegera wan tune ne jî biqewimiyana. Loma qet nedihat bîra min ku wê roj bê û ezê bêm Meclîsê sond bixwim."
Guven, diyar kir ku parlemento ji bo siyaset bi awayekî çalak bi rê ve biçe û bi awayekî aşkere bê îcrakirin zemînek e û got: "Loma ez ê li Meclîsê tevî hevalên xwe bixebitim."
‘ME XWEST EM PEYAMEKÊ BIDIN CÎHANÊ'
Guven, ji bo çalakiya greva birçîbûnê got: "Di vê çalakiyê min hevrêtî, hevaltî, hebûna bi hezaran kesên ku dikarin ji bo hevdu canê xwe fida bikin careke din hîs kir."
Guven, got: "Di vê rêyê de bi hezaran hevalên min ez bi tenê nehiştim. Di vê rêyê de tişta herî em pê êşiyan, çalakiya fedaî ya 9 hevalên me bû. A rast ji bo em nemirin wan xwe fida kir. Careke din wan bi rêzgirî bibîr tînim. 30 hevalên me dest bi rojiya mirinê kirin. Ev tiştine pir watedar in, peyamên kûr di xwe de dihebînin. Çimkî me xwest em peyamekê bidin cîhanê. Me xwest em bêjin 'Di şexsê Birêz Ocalan de hemû kurd tên tecrîdkirin.' Bawerim bi awayekî zêde me dengê xwe ragihand. Ev jî herî zêde bi pêşengiya 9 hevalên me pêk hat."
‘JI BO JIYANEKE DEMOKRATÎK'
Guven, bal kişand ser mîsyona jinên di dema çalakiya greva birçîbûnê de û got: "Wexta min sond xwar, hemû jin; Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên kitanspî di ber çavên min re derbas bûn. Tevî ew qas şideta polîsan û bêhiqûqîtiyan jî dayikên kitanspî û jinan qad neterikandin. Ez vê yekîtiyê wekî diyardeyeke dîrokî dinirxînim. Ji bo min pir girîng e. Belê, em bi ser ketin, bi awayekî zêde em bi ser ketin lê têkoşîn neqediyaye. Wê ji niha û pê ve ji bo jiyaneke demokratîk têkoşîna me dewam bike."
MA / Diren Yurtsever