MANÎSA - Karkerên di faciaya kana komirê ya Soma de bi saxî rizgar bûn, ji bo mafê xwe yê tazminatê bistînin meşiyan. Karkeran bertekên xwe anîn ziman û gotin "Edî bes e."
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014’an de li kana madenê facîa pêk hat û 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan karker jî birîndar bûbûn. Karkerên ku di facîayê de bi saxî xelas bûn, ji bo tazmînatê ji Şîrketa Soma Holdinge bistînin meşiyan. Li gel biryara dadgehê jî şîrketa Soma Holding hêj heqê karkeran ê tazmînatê nade wan. Karkerên ku mafê xwe heta niha negirtine, li ber avahiya Şaredariya Soma kom bûn û meşiyan. Karkeren giredayî Şîrketa Soma Holding û Kargeriya Işiklarê pankartên "Em tazmînatên xwe dixwazin. Em ê bistînin" vekirin û ber bi Karkeriya Komirê ya Tirkiye ve (TKİ) meşiyan. Karkeran bê navber dirûşmeyên “TKÎ Berpirsiyar e tazminata me bidin me" û “Bimre Sendîkavaniya Zer" berz kirin û meşiyan. Pisporê Rêxistinbûnê ye Sendîkya Madenê ya Serbixwe Kamîl Kartal û 3 karkerên din ji bo tazmînat bistînin daxwaznameyên nivîsandibûn dan."