WAN - Li gundê Alakoy ê Wanê traoktorek qelibî û kesekî jiyana xwe ji dest da û kesekî jî birîndar bû.
Li gundê Alakoy ê navçeya Tûşba ya Wanê traktorek qelibî. Gundiyên bi navê Bayram Guney û Yildiz Guney di bin man. Bayram Guney li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Yildiz Guney jî ji aliyê komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi awayekî birîndar ji binî traktorê hat derxistin û radestî komên tenduristiyê yên beşa lezgîn hat kirin. Guneyê birîndar rakirina nexweşxaneyê û Guneyê jiyana xwe ji dest da jî ji bo otopsiyê rakirin mrogê.