WAN – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bertek nîşanî operasyona TSK’ê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dan û banga “ne ji şer re ji aştiyê re xizmet bike” li Barzanî kirin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bertek nîşanî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a di 27’ê Gulanê de li dijî Xakûrkê ya Herêma Federal a Kurdistanê da destpêkirin da. Dayikan daxuyanî li hewşa avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê li dar xist û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, rêveberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn.
BERTEK NÎŞANÎ BARZANÎ DA
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya daxuyanî da û xwest TSK demildest operasyonê rawestîne. Kaya helwesta Mesut Barzanî ya têkildarî operasyonê jî şermezar kir û got: “Em wek Dayikên Aştiyê yên Wanê bang li Barzanî dikin; çavên xwe vekin. Te pişta xwe daye gelê xwe. Tu kurdî. Gelê kurd gelê te ye. Hûn bi hevdîtinên li hikumeta Tirkiyeyê çi dikin armanca xwe? Êdî bes e ji vê yekê re bêjin ‘rawest e.’ Nebe qasidê şer bibe qasidê aştiyê. Wê ev şer zirarê bide te jî. we jî. Çavê xwe veke û li kêleka gelê xwe cih bigire.”
'ŞER RAWESTÎNIN’
Kaya destnîşan kir ku pêwîste Barzanî ne ji bo şer ji bo aştiyê hevdîtinan û xizmetê pêk bîne û got: “Ez wek dayikek kurd, ji Wanê bang dikim; şer rawestînin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.